Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e 2024-03-30 10:04:55   ÎZMÎR - Pîlotê şer yê teqawîtbûyî Bahadir Altan diyar kir ku pêşxistina pergala parastinê ya li dijî SÎHA'yan dikare serweriya hewayî berovajî bike û got ku ewlehiya sînor bi aştiyê pêkan e, ne bi çekan.   Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe ji 17’ê Nîsana 2022’yan û vir ve didomin. Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) çekên sereke ne ku Tirkiye wan di van êrişan de bi kar tîne. Lê belê di 20'ê Adarê de ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) ve li dijî SÎHA'yan daxuyaniyeke balkêş hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku "Derfeta wan a bêbandorkirina SÎHA'yan çêbûne" û di navbera 13'ê Sibatê û 20'ê Adarê de 15 SÎHA hatine xistin.   Pîlotê şer yê teqawîtbûyî Bahadir Altan got ku pêşxistina pergala parastinê dikare serweriya hewayî ya di navbera aliyan de berovajî bike. Altan bal kişand ser girîngiya parastina hewayî û wiha got: "Heke hûn balafira bêmirov bi kar bînin, tivinga piyadeyan jî dikare rengê rewşê biguherîne. Menzîla balafira we û menzîla fuzeya ku hûn ê biavêjin li gor vê yekê biguhere. Lê divê em ji bîr nekin ku şer bîreke bêbinî ye û serketiyê wê tune ye. Ger aliyek bi pergala hewayî bê xurt kirin, nexwe hûn mecbûr in hin tevdîran hilberînin. An jî bikirin. Niha wê TSK ji bo berterefkirina wan çekan, hin çekên cuda bikire an jî hilberîne. Paşê wê li hemberî wan pergaleke din pêş ve bibe. Jixwe ev şerekî bêdawî ye û serketiyê wê tune ye."    Altan diyar kir ku divê gelên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn bibînin ku serketiyê şer nîn in û got: "Mînak DYA ku xwedî artêşa herî mezin a cîhanê ye, ma karibû bi ew qas leşker li Vîetnamê xwe ragire? Ji lew re xwediyekî wê axê heye. Encama bingehîn a ku ji vir bê derxistin; ya ku şerê Vîetnamê da sekinandin tenê ne berxwedan bû. DYA jî li dijî şer têkoşînek bi rê ve bir. Ya ku şer da sekinandin vîna amerîkiyan bû ku doza aştiyê kirin. Li Tirkiyeyê jî divê bê fêmkirin ku ev şer bingeha hemû neyîniyan e. Divê mirovên li rojavayê Tirkiyeyê bibînin ku ew jî zirarê ji vî şerî digirin. Mixabin muxalefet vê nake. Di her warî de desthilat rexne dike, lê di warê polîtîkayên şer d eli pişta wê ye. Ji şaredarêN CHP'ê yên ku navên xwe li ser bombeyan nivîsandin bigirin tiliya hemû kesên operasyonan wekî 'serketinê' dibînin tê de heye. Ev, şer xwedî dikin. Lewma ger dilê me û bidawîbûna pirgsirêkên aborî ebe, divê em ji mirovên li rojavayê Tirkiyeyê behs bikin ku pêdiviya me çi qasî bi aştiyê heye."    'TU ŞER HEYA DAWIYÊ DEWAM NAKE'   Altan destnîşan kir ku tu şer heta hetayê dom nake û got ku dirêjkirina şer tenê êş û azaran zêde dike. Altan anî ziman ku di dawiyê de wê aştî pêk were û got: "Divê hûn bi kesê ku hûn pê re şer dikin aştiyê îmze bikin. KOnjuktura wê demê şert û mercên vê diyar dike, lê pir eşkere ye ku aştî pêwîst e. Em dikarin 40 salên din jî vê êşê bikişînin. Dibe ku neviyên me û zarokên me jî vê êşê bikişînin. Çima em ewqasî wext winda bikin û welat çavkaniyên xwe ji bo şer xerc bike? Aştî pêkan e. Bi mîlyonan mirov li wir dijîn û fikra te û wan ne yek e. Lê dixwazin bi te re aştiyê pêk bînin. Li wir gelek heye, ji bo hebûna xwe tevdigere. Ew der ne axa me ye. Tirkiye jî dibêje, 'Çavê me ne li bihostek axa kesî ye jî.' Nexwe çi îşê leşkerên we li wir in. Mirovên li rojavayê Tirkiyeyê êdî divê vê yekê bibînin û berbayî prpagandaya desthilatê nekevin û vîna xwe ya ji bo aştiyê deynin holê."    'EWLEHIYA SÎNOR BI AŞTIYÊ PÊKAN E'   Altan bal kişand ku piştî hilbijartinê ji bo êrişeke nû amadekarî hatine kirin û wiha dewam kir: "Tu sînor, ger li pişt wê welatekî dost ê pê re peymana aştiyê hatibe îmzekirint une be, ne ewle ye. Herêma ewle ya ku berê 20 kîlometre bû, kirin 70 kîlometre. Ger hûn bikin 170 kîlometre jî, di warê parastina wî sînorî de dê problemên we hebin. Halbûkî ewlehiya sînor, aştiya li wî aliyê sînor e. Ne çek, ne F-16 nikarin ewlehiyê pêk bînin."   MA / Tolga Guney