Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin 2024-03-30 09:04:41   ÊLIH - Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonûk bang gelê Êlihê kir û got: “Divê her hevalek me biçe ser sindoqan û raya xwe bide. Divê xwedî li sindoqan bê derketin. Em nehêlin rayên me bidizin."    Ji hilbijartina xwecihî re tenê çend saet man. Hilbijartin wê sibê saet di 07.00’an de li bajarên bakurê Kurdistanê dest pê bike û saet di 16.00’an de bi dawî bibe. Hevserokê Êlihê yê DEM Partiyê Mustafa Mesût Tekîk û namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk diyar kirin ku bi qasî rayedaran gel jî ji hilbijartinê berpirsyar e û banga xwedîderketina li sindoqan kirin.   SONUK: EM VÊ REJÎMA FAŞÎST BIŞÎNIN   Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonukê jî got: “Em hemû bi hev re vê rejîma qeyûman a faşîst, rejîma ku vîna gelê kurd nas nake, bişînin. Pêdivî ye ku em bi rêjeyeke zêde bersiv bidin û wan bişînin da ku qet venegerin."    Sonukê hişyarî da hilbijêran ku bala xwe bidin saetên dengdanê û bang li her kesî kir ku zû biçin dengê xwe bidin. Sonukê got: “Divê her hevalên me, her jin û ciwan û hemû gelê me biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Heta deng bigihên lijneya hilbijartinê û encamên fermî bên eşkerekirin û em xwedî li dengên xwe derkevin. Ji ber ku ev hilbijartin wê bibe çûna desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê. Werin govenda serkeftinê."    TEKÎK: DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN   Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk diyar kir ku di çarçoveya xebatên hilbijêrên livdar de wê hezar û 500 kes bên Êlihê û bang li kesên ku dengên wan li bajarên Kurdistanê ne kir ku werin dengê xwe bidin. Tekîk got: “Eger li derveyî Êlihê welatiyên ku em nikarin xwe bigihînin wan hebin, bila bi derfetên xwe yan jî serî li partiya me bidin û werin Êlihê û dengên xwe bidin. Ev ji bo me pir girîng e."    Tekîk bang li her kesî kir ku li dijî rejîma qeyûman biçin ser sindoqan û wiha got: “Roja 31’ê Adarê roja bersivdayinê ye. 31’ê Adarê roja xwedîderketina li ziman, çanda xwe û vîna xwe ya li dijî polîtîkayên tunekirina gelê kurd û sirgûnkirina bi hezaran gelê me ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê Elihê, gelê xwe yê welatparêz dikin ku di 31’ê Adarê de dengê xwe bi kar bînin û sindoqên xwe biparêzin.”