Ciwanên rexne li Erdogan kirin li naverasta kolanê hatin îşkencekirin 2024-03-23 17:03:26 EDENE - Ciwanên ku li navçeya Seyhan a Edeneyê dema di navbera xwe de diaxivîn û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan rexne kirin, ji hêla polîsan ve hatin sekinandin û li naverasta kolanê hatin îşkencekirin.    Du ciwanên DEM Partiyî ku li ser Cadeya Înonuyê ya navçeya Seyhan a Edeneyê dimeşiyan û di navbera xwe de sihbet dikirin û di sihbeta xwe de Serokê Giştî yê AKP’ê tayyîp Erdogan rexne dikirin, ji hêla polîsan ve hatin sekinandin û li naverasta kolanê hatin îşkencekirin. Polîsan ciwan ji pişt ve kelemçe kirin û bi lêdanê li wesayîtê siwar kirin. Ciwan bi qasî saetekê di wesayîtê de hatin sekinandin û gaza îsotê avêtin ser û çavên wan. Piştî mudaxileya parêzerên ciwanan, ciwan hatin berdan.