Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan 2024-03-21 12:35:33   AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê li Newroza Amedê bang li sed hezaran kir, anî ziman ku divê di nava kurdan de yekitiya netewî pêk bê, pirsgirêka kurd were çareserkirin û Abdullah Ocalan azad bibe.    Di pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir, axaftin hatin kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ê di pîrozbahiyê de axivî wiha got: “Em ê di vê Newrozê de 3 tiştan bibêjin û axaftina xwe bidawî bikin. Ji bo azadiyê 3 tişt lazim in. Divê ev bên bicihanîn. Divê ji bo azadiya Kurdistan û gelê kurd yekitiya neteweyî pêk were. Em ji bo Rojhilateke Navîn û cîhaneke demokratîk dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin. Em herî dawî jî ji bo azadiya gelê kurd û gelan azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Em ji bo vê jî dibêjin azadî, azadî, azadî.”