Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome 2024-03-21 11:51:24   AMED - Piranî jê jin û ciwan, Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan didome.    Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, didome. Piranî jê jin û ciwan, bi sed hezaran kes ji saetên serê sibehê yên zû de herikîn qada Newrozê ya li navçeya Rezanê. Li qadê alên DEM Partiyê û flamayên bi rengên kesk, sor û zer li ba ne.    Hêj niha jî bi deh hezaran kes ji 6 noqteyên cuda diherikin qadê. Coşa li qadê her ku diçe zêde dibe û beşdar li ber stranan, li ber dahol û zirneyê govenda Newrozê digerînin.    Herikîna ber bi qadê ve didome û li ser dikê bi gelek zimanan Newroza gelê kurd û gelên cîhanê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.    Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir. Polîsan hewl dan mudaxileyî mîksera deng a li ser dikê bikin û rastî bertekan hatin. Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren got ku nikarin mudaxileyî mîksera deng bikin û bertek nîşanî polîsan da.    Piştre jî li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Şîrîn axivî. Şîrîn got: “Merheba Amed, merheba Kurdistan." Şîrîn, hêvî kir ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bibin wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.