Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê 2024-03-21 11:39:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Kadîr Ozkaya weke Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn hate hilbijartin. Ozkaya yek ji wan endamên AYM’ê bû ku ji bo betalkirina parlamenteriya Can Atalay biryara “binpêkirinê” dabû.    Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan dema serokatiya xwe ya 12 salan temam kir û Kadîr Ozkaya weke serokê nû yê AYM’ê hate hilbijartin. Ji 15 endamên AYM’ê 9’an jê dengê xwe dan Ozkaya û Ozkaya weke serokê nû yê Dadgeha Bilind hat hilbijartin. Namzetê din Yûsûf Şevkî Hakyemez jî 6 deng stand.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ozkaya yek ji wan endamên AYM’ê bû ku ji bo serlêdana şexsî ya Can Atalay ê TÎP’î biryara “binpêkirinê” dabû. Ozkaya, di sala 2005’an de weke raportorê AYMM’ê hatibû peywirdarkirin û di 22’yê kanûna 2014’an de jî ji hêla serokkomar Erdogan ve weke endamê AYM’ê hate tayînkirin.