Riha guherînê dixwaze 2024-03-17 09:02:39   RIHA - Welatiyên ji kolanên Riha ya ku 3 serdem in ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin bang kirin, diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de dengê xwe ji bo guhertinê bi kar bînin.    Ji hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê re 14 roj man. Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê xebatên hilbijartinê yên partiyan dewam dikin. Daxwazên guhertinê bi taybetî li piraniya bajar û navçeyên ku desthilat bi hilbijartinan bi ser ket, tên gotin. Li bajarê herî mezin ê Kurdistanê Rihayê daxwaza guhertinê tê kirin. Welatiyan diyar kir ku li bajarê 3 serdem in ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin xizmetên herî bingehîn jî nayên kirin.   Welatiyan diyar kir ku li bajêr xizanî her diçe zêde dibe û gotin ku ew ê di van hilbijartinan de dengê xwe bidin guhertinê û armanca wan ew e ku di hilbijartinên herêmî de peyama "em êdî naxwazin we bibînin" bidin AKP'ê.   Hemşîr Ahmet Kiliç (24) ê diyar kir ku AKP di dema rêveberiya xwe ya şaredariyê heta niha daxwazên gel bi cih neaniye. Kiliç got: “Heta îro me her tim piştgirî da, lê li gundê me kanalîzasyon, ceyran, av û rê tune ne. Di zivistanê de, em heta çokên xwe di nav heriyê de dimînin. Li gundê me 500 mal hene. AKP'ê em mexdûr kirin. Hatiye wê astê ku xizmeta cemaweriyê jî bi torpîlê tê kirin."    ‘EM MUXATAB NABÎNIN'   Mehmet Emîn Atay (24) ê ku li Stenbol û bajarên herêmê di tûrîzmê de dixebite got: “Em hewl didin berê turîstan bidin Rihayê, lê ji rêveberiyên herêmî tu piştgirî tune ye. Me ev yek gelek caran anî ziman, lê tiştek nehat kirin. Em herêma erdhej û lehiyê ne. Karesata lehiyê çêbû, mirovên me mirin. Me daxwaza randevûyê kir, lê 2 sal derbas bûn hîn telefon dikin hîn dikin. Me 2 serdeman dengê xwe da AKP'ê, lê êdî em dengê xwe nadinê. Ew daxwazên gel pêk nayînin. Em nikarin di nava partiyê de muxatabekî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bibînin."   ‘GIRÎNGÎ NADIN RIHAYÊ'   Ji welatiyên Omer Çelîk (68) jî diyar kir ku zehmetiyên aborî bandoreke neyînî li jiyana wan kirine û got ku ew li bendê ne ku şaredarî bêyî ferq û cudahiyê bajêr bi rê ve bibe. Çelîk got: “Em nikarin li sûkê bimeşin, nikarin li peyarê bimeşin, çûnûhatin xerab e. Ji vir heta Balikligolê 2 kîlometre ye, em di nav 45 deqîqeyan de diçin. Otobusên gel rê nadin kesên astengdar siwar bibin. Em gilî dikin, bersiv nayê. Li bajarê mezin tuwaletên derve tune ne û yên li wir her tim bi pere ne. Di vê hilbijartinê de çi dibe bila bibe bila guhertin çêbibin."   ‘MALA ME DI BIN AVÊ DE MA, EM BI TENÊ HATIN HIŞTIN'   Necla Yavûz (60) ku got “Piştî hilbijartinê em tên jibîrkirin ev tişt gotin: “Em li SSK’ê dimînin. Di lehiya par de mala me di bin avê de ma. Hatin û roja ewil ew dîtin, lê paşê wisa ma. Dema baran hindik bibare, em diqiqlqilin. Cîrana min di lehiyê de mir. Li taxa me ne park û ne jî bexçe heye. Cihekî em herin û wekî malbat bi zarokên xwe re rûnin tune ye. Dema hilbijartin tê dibêjin' ez qurban, ez heyran', lê gava diqede 'dibêjin bi xatirê we.'"    ‘EM JI ŞAREDARIYÊ NE RAZÎ NE'   Necla Aynûrê (35) jî wiha got: “Li cem me rêyeke kurt di 6 mehan de temam kirin. Nivîsandine û gotine 'Şaredarî kar dike'. Lê şaredarî kar nake. Li wir gelek qeza çêbûn. Zarokên me nikaribûn wê rêyê bikar bînin. Em nikarin dengê xwe bigihînin kesî. Divê li bajêr saziyên xizmetê ji jinan re dikin hebin. Gelek caran min xwest ez biçim şaredariya bajarê mezin da ku daxwazên xwe ragihînim. Gotin dê telefonî min bikin, lê ev 2 sal in kesî telefon nekiriye. Em ne ji şaredariyê ne jî ji partiyê razî ne."   Zelîha Şakar (20) jî diyar kir ku li Rihaya ku ew wekî xwendekar lê dimîne, ji xizmetên şaredariyê ne razî ye û wiha got: “Li şaredariyê ji bo jinan hin xebat tên kirin, lê tu kes tevlî wan nabe. Ez têr nabînim. Li vî bajarî kêşeya çûnûhatinê heye. Rê pir xerab in. Bi taybetî zêdekirina buhayan ya vê dawiyê em neçar kirin."   Gurbet Çatin (25) diyar kir ku şaredariya heyî ne demokratîk e û bendewariyên wê şartedarîvaniyeke demokratîk e.    ‘EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM DEM PARTIYÊ'   Ahmet Kaya (65) diyar kir ku ew ê di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bidin Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û wiha got: “DEM Partî li vir hawirdoreke demokratîk ava dike. Ji ber ku di DEM Partiyê de cihêkarî û nijadperestî nîn e, parvekirin heye. Ez 42 salan wekî ajokarê otobusa navbajaran xebitîm. Min qet şaredar li kolanê nedît. Riha bajarekî avê ye, li vir elektrîk tê hilberandin û li derve tê firotin. Lê kes nizane pereyê wê bi ku ve diçe. Çima ev bajar ji av û ceyrana xwe sûdê nagire? Divê guhertin hebe. Divê ev guhertin bi gel re çêbibe. Peyva şoreşgeriyê ne tiştekî xerab e. Dema tu bibe şoreşger, nayê wateya tu ji dîn dertê. Divê mirov bikeve hundir, dolabên wan bên vekirin û bê pirsîn ka ew çi dixwin û vedixwin. Şaredar Zeynel Abidin Beyazgul 5 sal e li holê xuya nake, îro dertê derve. Ez wî nas nakim."   MA / Ceylan Şahînlî - Mahmût Altintaş