Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in 2024-03-13 10:35:15   EDENE  - Rojnameger Îbrahîm Karakaş ku demek berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hatibû berdan diyar kir ku girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin de bibiryar in.    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di 6’ê mijdara 2020’an de li Edeneyê hate girtin û 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê 9 sal û 9 meh cezayê hefsê lê birî. Cezayê Karakaş ji hêla Dadgeha Bilind ve hate betalkirin û danişîna dozê di 29’ê sibatê de jinûve hat lidarxistin. Di danişîna dozê de îcar jî Karakaş bi “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin û 6 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hate birîn û hate berdan. Karakaş ku ji girtîgehê derket, têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê axivî.    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Karakaş, da zanîn ku girtiyên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve ketine greva birçîbûnê di çalakiya xwe de bibiryar in. Karakaş, got ku dê çalakî heta 31’ê adarê bi awayekî dorveger bidome û heke daxwazên wan neyên qebûlkirin jî dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Bi domdarî Karakaş, anî ziman ku girtî tevî lêpirsînên disiplînê û cezayan jî çalakiya xwe didomînin. Karakaş, got ku polîtîkayên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê di serî de girtîgeh, bandoreke mezin li tevahiya civakê dikin. Karakaş, anî ziman ku bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan re dê polîtîkayên zext û tecrîdê jî bi dawî bibin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Karakaş, bi lêv kir ku daxwazên girtiyan daxwazên însanî ne û divê deriyê Îmraliyê were vekirin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe.    POLÎTÎKAYÊN JI BO ŞEXS TAYBET DI MERIYETÊ DE   Karakaş, got ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan biryarên keyfî didin û rê li ber tehliyeyên girtiyan digirin. Karakaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek mijarên ku dikevin ber çarçoveya azadiya fikr û raman weke hinceta taloqkirina tehliyeyan tên nîşandan. Lijne, bi biryarên xwe girtiyan di nava tecrîdê de dîsa tecrîd dikin. Bi van polîtîkayên ji bo şexs taybet di meriyetê de ne re girtîgeha rayeyên xwe derveyî armanca xwe bi kar tînin. Gelek fealiyetên civakî û çandî tên astengkirin. Hefteyê 10 saet mafê fealiyetan heye lê daxistine 3-4 saetan. Her wiha destûr nayê dayîn ku girtî tev li qurs, atolye û hwd. bibin. Ji ber lêkolînên bi mehan didomin, pirtûk, kovar û weşanên din nayên dayîn. Yên heyî jî li gel ku biryarên ‘komkirinê’ nînin jî nayên dayîn û tên desteserkirin. Her wiha girtî nikarin xwe bigihînin weşanên muxalîf. Li hêla din girtiyên siyasî û komên cuda li heman korîdorê tên bicihkirin. Dema derdikevin hewadariyê jî rastî êrişên devkî û hewldanên provakatîf ên van girtiyan tên. Ji ber vê yekê ewlehiya can a girtiyên siyasî di xetereyê de ye.”    MAFÊ XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ   Di berdewamê de Karakaş diyar kir ku îdareya girtîgehê û leşker bi nêzikatiyên keyfî û derhiqûqî ev 3 sal in “lêgerîna nava dev” li girtiyan ferz dikin û ji ber ku girtî vê sepanê qebûl nakin, nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin. Karakaş, da zanîn ku sewqên wan ên nexweşxaneyê bi koda “lezgîn” tên kilrin lê ji ber ku girtî sepana “lêgerîna nava dev” qebûl nakikn, nikarin mafê xwe yê tedawiyê bi kar bûnin. Karakaş, axaftina xwe wiha domand: “Sepana lêgerîna nava dev ne di mewzûatê de ne jî di qanûnan de heye. Qaşo di bin navê ‘ewlehiyê’ de dikin lê sepanekî keyfî û derhiqûqî ye. Divê ev sepan di rewşên ku guman hebe were kirin. Her wiha dema girtî ji odeyê derdikevin, lêgerîna bi destan û dedektorê tê kirin, ji cîhazê hesas ê X-rayê re derbas dibin û piştre jî leşker bi awayekî keyfî lêgerîna nava dev ferz dikin.”    DERMANÊN GIRTIYAN TÊN BISÎNORKIRIN   Karakaş, destnîşan kir ku li girtîgehê ji bo dermanên girtiyan sînor hatiye dayîn û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên dawî de dermanên di reçeteyê de yek bi yek tên dayîn û girtîgeh vê sepanê di bin navê ‘ewlehî û ewlehiya can’ de dike. Tenê dermanên weke toz didin girtiyan. Ev yek jî dike ku nexweşiyên girtiyan hêj girantir bibin. Bi awayekî biçûkxistinê tê kirin. Daxwaznameyên girtiyan ên têkildarî binpêkirinên mafan û sepanên keyfî jî ji hêla midûrê girtîgehê û dozger ve nayên bersivandin. Her wiha wezaret jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan eleqedar nabe.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen