Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin 2024-03-12 16:54:42   TEKÎRDAG - Halîl Şek pîştî 30 salan hate berdan. Şek, li pêşiya girtîgehê axivî û wiha got: "Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome."    Halîl Şek di sala 1994’an de li Îdirê hate girtin. Şek, li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" cezayê muebbedê lê hat birîn. Şek, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê hate berdan. Şek, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe, Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmdaran re  ya Marmarayê (MATUHAYDER) Mehmet Şafî Erol û gelek rêveberên komeleyê ve hate pêşwazîkirin.   ‘EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Şek, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: "Dê têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê bidome. Gelek hevalên me hêj girtî ne lewma em nikarin keyfxweşiya xwe bijîn. Dî heman demê de li ser birêz Ocalan tecrîd tê meşandin û ev jî li pêşiya kêfxweşiya me astengiyek e. Lê bi dîtina we ya li vê derê gelek şad bûm. Çend hevalên din ên ku bi min re bihatina berdan hebûn lê berdana wan ji bo demekî ne diyar hate paşxistin.”    Bi domdarî Şek, ev tişt anî ziman: "Bi dîtina we û sekna we, ketim nava hestên wisa ku qey li girtîgehê nemabim. Ev jî nîşan dide ku tekoşîna me hîn berdewam e û tekoşîna me hîn bêhtir bi awayekî jîndar tê domandin. Bila hevalên min ên li pişt van dîwaran zanibin heta ku birêz Ocalan azad nebe, heta dawiya emrê xwe em ê tekoşîna xwe berdewam bikin.”   Halîl Şek û malbata xwe ber bi Îdirê ve ketin rê.