Li Milazgirê coşa gel: Her dengê didin AKP’ê ji tifaqa JÎTEM’ê re diçe 2024-03-12 15:58:56   MÛŞ - Heverokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li Milazgirê de axivî û wiha got: “Her dengê didin AKP’ê, ji bo tifaqa JÎTEM’ê re diçin ku kurd dikuştin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li navçeya Milazgir a Mûşê tev li hevdîtina bi gel re bû. Bakirhan, di hevdîtinê ji bo namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker piştgirî xwst.    DIRÛŞMA ‘BÊ SEROK JIYAN NABE’   Bakirhan, di hevdîtinê de got ku AKP’ê li navçeyê hîle kir û bi 3 dengan şaredarî bi dest xist û wiha got: “Serê van li ser cilnimêjê, destên wan ji hewa re vekirî û aqilê wan jî wan jî li ser hîleyan e.” Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku divê têkiliyên kurd-tirkan jinûve bên pênasekirin û wiha pê de çû: “Werin em meseleya kurd bi rêyên demokratîk û muzakereyan çareser bikin. Navnîşan diyar e. Li navnîşana Îmraliyê bi birêz Ocalan re ev meseleye dikare pir bi hêsanî were çareserkirin.” Li ser vê gotina Bakirhan, girseyê bi yek dengî dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.    'SOZÊN 8 SAL BERÊ DABÛN PÊK NE ANÎN’   Bakirhan, got ku xelkê Milazgirê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike û ev nirxandin kir: “Dewlet diçe febrîqeyan li cihên kurd lê najîn ava dike. Ma çi tiştê xelkê vî bajarî ji yên Sakarya û Kocaeliyê kêm e? Sewalkarî xelas bû. Mimkin nîne mirov bikare gubreyî bikire. Maztoa bi 17 TL’an niha bûye 43 TL. Goşt derketiye 600-700 TL’an, rûn bûye 400 TL. Lê wezîrê çandiniyê dibêje ‘terorîst’ û tiştekî din nabêje. Divê ev kes ji we lêborînê bixwaze û rexnedayîna xwe bide lê tê bela xwe li DEM Partiyê dide. Di sala 2016’an de gotin ‘em ê li Milazgirê nexweşxaneyeke 100 cihên wê hene ava bikin.’ Ka nexweşxane li ku ye? Ev 8 sal in soza xwe bicih ne anîne. Îcar niha jî dengan dixwazin. Dibêjin ‘em ê xizmetê bînin.’ Xizmeta ku we di 22 salan de ne aniye ma dê di erefeya hilbijartinê de bînin? Derewînên derewîn. Pêdiviya Milazgirê, Mûşê, gelê kurd bi polîs, tank û topên we nîne. Pêdiviya vê xakê bi aştiyeke birûmet û çavkaniyên debarê heye.”    BANGA ÇÛNA SER SINDOQAN KIR   Bakirhan, bang li milazgiriyên derveyî bajar jî kir û wiha got: “Herin cem rêxistina DEM Partiyê ya herî nêz, çayekî bidem vexwin û bilêta xwe bibirin. Bangî xizmên xwe yên li derveyî bajar bikin ku bên li dijî hilbijêrên heram ên li vir hatine veguhestin dengê xwe bidin. Hilbijartina din bi vî awayî dizîn. Sindoq ji bo me rûmet e. Divê em xwedî li rûmeta xwe derkevin. Ji kesên deng ji we dixwazin re bipirsin; ‘tifaqa we bi kê re heye?’ Tifaqa xwe bi MHP’ê re kirine. MHP çi dike? Ew partiye ku heqaret li Sirri Sakik kir. Ji ber ku parlamenterên me bi kurdî axivîn, dengê wan qut kirin û heqaret kirin. Her dengê ji bo AKP’ê diçe, her wiha ji bo MHP’ê diçe. Her dengê ji bo AKP’ê tê avêtin, ji bo tifaqa JÎTEM’ê diçe ku gelê kurd qetil kiriye. Mala kurdan ev der e, DEM Partî ye. DEM Partî dengê kedkar û xizanan e. DEM Partî kurd e, Kurdistan e.”