Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin 2024-03-12 12:35:04 MÛŞ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Kopê bangî gel kir û wiha got: “Em ê kesên ji zimanê re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ li ser sindoqê têk bibin.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mûşê serdanên xwe didomîne. Bakirhan û şandeya pê re ji ewil çûn navçeya Têlîyê. Li vir bi gel re hevdîtin kirin û piştre jî derbasî bajarokê Lîzê yê navçeya Kopê. Di ketina bajarokê de ji hêla gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Bakirhan li vir axaftineke kin kir.    Bakirhan, got ku xelkê Lîzê hêj ji niha ve nîşan daye ku dê di hilbijartinê de bi ser kevin û ev tişt anî ziman: “31’ê Adarê her ji niha ve li we pîroz be.” Bakirhan, bertek nîşanî qeyûm da ku tabelaya bi kurdî a di ketina bajarokê de rakir û li şûna wan kamera bi cih kiriye û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin van û bi rêjeyeke herî bilind bi ser kevin.”    Bakirhan û şandeya pê re piştre jî derbasî navçeya Kopê bû û tev li hevdîtina bi gel re ya li ser Cadeya Înonuyê bû. Bi hezaran kes tev li hevdîtinê bûn. Her wiha namzetên DEM Partiyê yên Kopê Arafat Karadagi û Abdullah Tokyay jî gel silav kirin. Bakirhan di destpêka axaftina xwe de 52 kurdên di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişloyê hatin qetilkirin bi bîr anî.    ‘XELKÊ KOPÊ NAYÊ FIROTIN!’    Bakirhan, got ku ev du serdemin qeyûm li şaredariya navçeyê tê tayînkirin û wiha got: “Dema me şaredarî bi dest xist em ê hesaba nelirêtiyên hatine kirin bipirsin. Kop, di sekeratê de ye. Qeyûm li şûna xizmetê bo gel bike, neguhêzbaran difiroşe. Tirkiyeyê jî nekarî van têr bike. Xweha eniya kedkar, ziman, karker û kurdan jî nekarî van têr bike.”   Bi domdarî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Rêyên 21 gundên Kopê tune ne. Ka we digot qeyûm xizmetê dike? Li taxên Şehîtlîk, Zafer û Inonuyê qenalîzasyon tune ye. Baş e lê qeyûm beg çi dike? Li şûna ku karê xwe bike, li pey diziyê ye, firotinê ye. Dijminatiyê li zimanê kurdî dike. Em ê kesên ji bo zimanê me dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin. Namzetê AKP’ê dibêje qey dê bikare bi rêya burokrasî û bikaranîna derfetên dewletê xelkê Kopê bikire. Xelkê Kopê nayê firotin! Hêj li vir yek kesê bi pereyan were kirîn ji dayik nebûye.”    BANG LI ERDOGAN KIR   Bakirhan, gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Em berê xwe bidin heqîqetê û heqîqetê biqîrin û xwe sererast bikin” bi bîr xist û wiha dom kir: “Ma kîjan aliyê we rast û dûrist e? Heke em heqîqetan vebêjin dê nekarin du rojan vebêjin. Weke ku tehemûla wî ji bo rexneyan hebe xwe nîşan dide... Bi îdiaya heqaret li serokkomar kirine, zarok tên darizandin. Bi hezaran doz hatine vekirin. Çima? Ji ber ku ew rexne kirine. Heke heqîqetê bixwaze, bila be meydana Kopê û em rastiyan jê re bibêjin. Dev ji dijminatiya li kurdan û kurdî berde. Dev ji zîhniyeta tayînkirina qeyûman berde. Ji tifaqa JÎTEM’ê derkeve. Dev ji veguhestina hilbijêrên gerok ên dişînî bajarên me berde. Hevalên me yên di Doza Kompasê ya Kobanê de hatine girtin, berde.    KAMPANYAYA ‘DIXWAZIM CIHÊ LÊ JI DAYIK BÛME TÊR BIBIM’    Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku dê li Kopê kampanyaya “Dixwazim cihê lê ji dayik bûme têr bibim” bidin destpêkirin û wiha pê de çû: “Bi vê projeyê re dê ciwan koç nekin û ji çand û zimanê xwe dûr nekevin. Em soza vê didin. Em ê her mehê ji bo malbatên rewşa wan nebaş 15 metrekupên avê alîkarî bidin. Em ê heqê veguhestinê li gorî daxwaza gel diyar bikin. Dê şaredariya me piştgiriyê bide cotkaran. Em ê xwedî li ziman, çand û xaka xwe derkevin. Em ê xaka xwe pêşkeşî sermayedarên nekin ku dixwazin kanên madenê lê vekin.”   KURDÊN AKP’Î VEXWEND DEM PARTIYÊ   Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Nebe hûn bibêjin ‘em ji xwe vê derê bi dest dixin.’ Berevajî vê, divê hûn derî bi derî bigerin. Dengekî zêde ya li Kopê bila bibe bersiva herî mezin. Bi vê boneyê ez bangî kurdên di nava partiyê din ên siyasî de cih digirin dikim; partiya ku hûn bûna namzetê wê, li meclisê heqaretan li kurdan dike û dengê me dibire. Tu heqaret neman ku li Şêx Seîd nekirî. AKP a ku hûn bûne namzetê wê, ji bo herêmên kurdan dibêje ‘terorîstan.’ Ez we tevan vedixwînim DEM Partiyê.”