Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin 2024-03-12 11:03:26   RIHA - Rêveberên DEM Partiyê jî di nav de li Rihayê 17 kes hatibûn girtin. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku piştî serdana serdozger a qeyûm ev binçavkirin hatine kirin.   Di 6'ê adarê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li bajar bi awayeke hemwext bi ser 22 navnîşanan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de namzetên Meclisa Şaredariya Pirsûsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêveberên navçeyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin. 17 kesên ku di 9’ê adarê de derketin pêşberî dadger, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.   SERDOZGER ÇÛ SERDANA QEYÛM   Derket holê ku serdozgerê li ser îfadeyên şahidên nepen lêpirsîn daye destpêkirin, çendek roj berê çûye serdana qeyûmê Şaredariya Pirsûsê. Yek ji parêzerên kesên hatine girtin Sevda Çelîk Ozbîngol têkildarî mijarê axivî. Ozbîngol, bi bîr xist ku hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê nêz dibin û destnîşan kir ku miwekîlên wan bi awayekî tesadûfî nehatine girtin. Bi domdarî Ozbîngol anî ziman ku beriya her hilbijartinê hemû sazî û dezgehên dewletê ji aliyê hikûmetê ve ji bo propagandaya hilbijartinê  tên bikaranîn û wiha got: “Sazî û dezgehên giştî ji bo xebatên hilbijartinê yên hikûmetê seferber dibin. Par jî mîna îsal em bûn şahidê heman operasyonên girtin û binçavkirinan."    Di berdewama axaftina xwe de Ozbîngol destnîşan kir ku li gelek bajaran endamên DEM Partiyê beriya hilbijartinê bi destê darazê hatin girtin û binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em behsa serdemeke ku tevahî dezgehên dewletê ji bo îktîdara heyî di hilbijartinan de dikevin xizmetê dikin. Em vê pêvajoyê tenê weke operasyona girtin û binçavkirinê nabînin. Li Şirnexê di serî de walî, qeymeqam, fermandarên qolordiyê, rêveberên sivîl û îdarî yên dewletê xebatên hilbijartinê dimeşînin. Çend roj berê me dît ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê çûye serdana qeyûmê Pirsûsê. Hem di serdanê de hem jî piştî serdanê em dibînin ku xebatkarên saziyên fermî peywirên xwe didin aliyekî û tev li xebatên hilbijartinê dibin. Bi tevlibûna hêzên ewlekariyê û bi destê darazê beriya hilbijartinê li dijî endam, rêveber û namzetên me operasyon hate lidarxistin."   ÎDIAYÊN PÛÇ Û VALA   Ozbîngol, anî ziman ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn û dosya bi îdiayên razber û bêbingeh hatiye amadekirin. Di berdewamiya axaftina xwe de Ozbîngol diyar kir ku weke komîsyona hiqûqê ew ê hem bi rêya lijneya hilbijartinê ya navend û navçeyan û hem jî li Serdozgeriya Komarê hemû neheqiyên ku di pêvajoya hilbijartinê de hatine kirin tespît bikin û bişopînin.