Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin 2024-03-12 09:51:15   STENBOL - Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de 4 jin hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Nûrcan Tayboga, Nesîbe Akyol û Remziye Bozkurt û ji Atolyeya Jineolojiyê Ebrû Karaaslan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin.