Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin 2024-03-11 11:05:41   WAN - Komîteya Amadekar a Newroza Wanê bang li her kesî kir ku di 17’ê adarê de tev li pîrozbahiya Newrozê ya li Keleha Wanê bibin.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Wanê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ku dê di 17’ê adarê de bi dirûşma Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li quntarê Keleha Wanê were lidarxistin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û li ser navê Komîteya Amadekar parêzer Ebrû Demîrpete axivî.    Demîrtepe, ji ewil bal kişand ser dîrokçeya Newrozê û got ku qadên Newrozê yek ji girîngitirîn qadên berxwedanê ne. Demîrtepe, anî ziman ku dê gelê kurd Newroza îsal veguherîne agirê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgsirêka kurd re çareseriya demokratîk” û wiha domand: “Bihîstina dengê birêz Abdullah Ocalan û pêwendîdanîna bi wî re nifteya deriyê aştiyê ye. Ji ber vê yekê jî dê qadên Newrozê bibin qadên biryardariyê, bibin qadên îrade û israra ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û parçekirina tecrîdê.”   DÊ LI QUNTARÊ KELEHA WANÊ BÊ PÎROZKIRIN    Demîrtepe got; “Soza me ya ji bo hemû leheng û gelê me yên Newroz heta roja me anîn, azadî û yekitî ye” û axaftina xwe wiha qedand: “Agirê Newrozê yê îsal ê ewil dê di 15’ê adarê de li xaka Kawayê hemdem Mazlum Dogan ku tarîtiya serdemekê bi sê zilikên şixatê ronî kiribû anku li Depê bê vêxistin. Di heman rojê de dê li ser sûrên Amedê û li Kadîfekale ya Îzmîrê ku bûne sembolên Newrozê, agir bên vêxistin. Em jî dê di 17’ê Adarê de li quntarê Keleha Wanê agirê Newrozê geştir bikin. Bi vê wesîleyê em gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn vedixwînin Newrozê. Dem dema şikandina tecrîdê û jiyaneke azad a bi rêbertiyê re ye. Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Dem dema xwedîderketina li zimanê dayikê, nasname û çanda xwe ye.”