Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket 2024-03-11 09:04:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 221’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket. Rojnameyê bi minasebeta 36’emîn salvegera komkujiya Helepce bal kişand ser komkujiyên li dijî kurdan û hêzên li pişt komkujiyê.    Rojnameya Xwebûnê ku heftane bi kurdî weşanê dike vê hefteyê bi minasebeta 36’emîn salvegera komkujiya Helepceyê manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derxist pêş. Rojnameyê analîza edîtorê rûpela kirmanckî Dr .Îsmet Konak a der barê komkujiya Helepceyê de kir manşet û destnîşan kir ku komkujî bi fermana Saddam Huseyîn pêk hatiye û herî kêm 5 hezar kurdên Helepce hatine qetilkirin.   FELSEFEYA 'JIN JIYAN AZADÎ'    Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Jin Jiyan Azadî hêzê dide jinan” cih da nirxandina Rojnameger Mehnaz Qizilû a der barê felsefeya “Jin Jiyan Azadî”. Rojnameger Mehnaz Qizilû derbarê şoreşa Jin Jiyan Azadî de destnîşan dike ku jinên kurd li Îranê xwedî piştgiriyeke girîng in û tişta dikare pesnê tevgera jinên Kurdistanê bide, hebûna bihêz a jinên xwedî maf û lêpirsîner e ku xwedî piştevaniya kûr a hemû gelên Îranê ye.   Rojnameyê di bin manşetê de jî bi sernavê “Sûcê dermirovî îro jî didome” cih da nirxandina Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad. Zeyneb Murad di nirxandinê de diyar dike ku komkujiyên li dijî kurdan bi Peymana Lozanê dest pê kir û bi Helepçe berdewam kir û niha li çiyayên Kurdistanê bi çekêm kimyewî didome.