Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin 2024-03-10 22:05:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi gotina “Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!” vîdeoyek parve kir.    Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi gotina “Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!” vîdeoyek parve kir.    Di vîdeoyê de partiyên kurdan ên hatin girtin hatin bibîrxistin û hate diyarkirin ku berxwedan bi DEM Partiyê didome.    Di parvekirina ku bi kurdî hate kirin de wiha hate gotin: “Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome! Têkoşîn didome. Em ê bi rûmeta hemû alên partiya xwe ala DEM’ê bigihînin lûtkeyê”.   Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome! Têkoşîn didome. Em ê bi rûmeta hemû alên partiya xwe ala DEM’ê bigihînin lûtkeyê. pic.twitter.com/4TKyhdiwg7 — DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) March 10, 2024