Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan 2024-03-10 14:06:57   STENBOL - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayidndir di civîna amadekariya hilbijartinan a li Stenbolê de axivî û girîngiya Newrozê vegot. Bayindir, wiha got: “Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya birêz Ocalan.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de li avahiya partiyê ya navçeya Bagcilarê civîna amadekariya hilbijartinê li dar xist. Tevahiya rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan tev li civînê bûn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Li Stenbolê dema DEM’ê ye” hate daliqandin.    'BILA NEWROZA 2024’AN BIBE NEWROZA AZADIYA OCALAN’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û bi bîr xist ku bi coşeke mezin hatiye pîrozkirin. Bi domdarî Bayindir bal kişand ser Newrozê û wiha got: “Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Lewma em dibêjin dê Newroza 2024’an hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bibe referandûma gelê kurd. Ji ber vê, Newrozên li Amed û Stenbolê dê hêviya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan zêdetir bike.”    'BERXWEDANA TÊ MEŞANDIN DÎROKÎ YE’   Di berdewamê de Bayindir, îktîdara AKP-MHP’ê hewl didin gelê kurd û têkoşîna azadiyê tesfiye bikin û wiha pê de çû: “Erdogan hewl dide di sedsala duyemîn a komarê de tevgera gelê kurd û têkoşîna wan tune bike. Lewma li her deverê kurdan hedef digire. Lê gelê kurd hem îro hem jî di Cejna Newrozê de dê li dijî polîtîkayên yekperest ên AKP-MHP’ê xwe biparêze û berxwedanê raber bike. Tevger û têkoşîn roj bi roj mezintir dibe û dijminatiya dewletê jî kûrtir dibe. Her çend ku şer pir giran be jî, berxwedan û têkoşîna li dijî wê jî ji her alî ve dîrokî ye. Lewma 2024 berevajî tesfiyebûna kurdan, dê bibe sala azadî û serkeftinê.”    'TEKANE ÇARESERÎ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’   Bi domdarî Bayindir rewşa agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd heye. Daxwaza rakirina tecrîdê ne tenê ji bo hevdîtina bi malbat û parêzeran re ye. Rakirina vê tecrîdê rê li ber veke ku rêya çareseriya pirsgirêka kurd were vekirin û bi pêşengtiya muxatabê esasî yê pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan were çareserkirin. Lewma em dibêjin dê bi têkoşîna xwe vê pergala tecrîdê ji holê rakikn. Ji bilî rakirina tecrîdê tu rêyên din ên çareseriyê nînin. Bi polîtîkayên şerê taybet hewl didin me bêhêvî bikin. Lê çi bikin jî gelê kurd xwedî wê hêz û biryardariyê ye ku tecrîdê rake.”    Civîn bi beşa pirs û bersivan dom dike.