Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest 2024-03-09 10:00:45   STENBOL - Li Stenbol û Eskîşehîrê di serdegirtinên malan ên saetên serê sibê de Hevserokê SDGF’ê Onûr Danaci û Serokê Giştî yê Lîmter-Îş’ê Kanber Saygili jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Li dijî endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Stenbol û Eskîşehîrê operasyon hate lidarxistin.    Di serdegirtinên malan ên saetên serê sibê de Hevserokê SDGF’ê Onûr Danaci, endamên MYK’a SDGF’ê Senem Pektaş, Hîvda Selen, Berfîn Polat, Adnan Ozcan, Emrah Topaloglû, Huseyîn Îldan û Serokê Giştî yê Lîmter Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê Kanber Saygili hatin binçavkirin.    Di operasyonê de rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Akgun jî hate binçavkirin.    BI SER MALA ROJNAMEVANAN DE JÎ GIRTIN    Polîsan bi ser mala xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) de jî girtin û deriyên mala wan şikandin. Di serdegirtina ji bo kesekî ku îkameta wî ne li malê hatin kirin de kes nehate binçavkirin.    ÎŞKENCE LI SEROKÊ LÎMTER-ÎŞ’Ê Û KURÊ WÎ KIRIN    Di serdegirtina mala Serokê Giştî yê Lîmter Îş’ê Kanber Saygili jî hem li Saygili hem jî li kurê wî îşkence hate kirin. Saygili û kurê wî Ekîn Saygili yên bertek nîşanî polîsên ku li benda vekirina derî neman û derî şikandin dan, rastî êrişa polîsan hatin û bi dirêjkirina erdî re hatin derbkirin. Saygili yê xwest îşkenceya li dijî kurê xwe asteng bike, ji aliyê polîsan ve bi erdê re hate kaşkirin û birin mutbexê.    Li gorî nûçeya ETHA’yê derbas kiriye, di encama îşkenceyê lingê Saygili hatiye şikandin.