ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-09 09:00:02   * Ciwanê bi navê Mûrat Çarkçi li kar, li malê, li kuçeyan û bajaran bi cilên xwe yên kurdî balê dikşîne ser xwe. Çarkçi anî ziman ku gelek caran ji bervan kincên xwe rastî êriş û astengiyan hatiye û wiha got: "Ji min re dibêjin, 'Ev kincên terorîstan in em naxwazin hûn van kincan li xwe bikin.' Ev kinc nîşaneya nasnameya min a kurd e."    *  Dema cihên ku dê Newroz lê bên pîrozkirin diyar bû. Îsal dê starta Newrozê di 15'ê Adarê de li navçeya Depê bê dayîn.    * Li Dilovasiya ku ji ber fabrîkeyên pîşesaziyê nexweşîna pençeşêrê lê belav bûye, li hin taxan koçberî tê ferzkirin. Ji şêniyên taxan Ercan Demîrbaş rexne li rêveberiya navendî û herêmî kir û got: "Dem dema guhertinê ye."   * Namzetên Hevşaredariyê yên Artûklûyê yên DEM Partiyê Mehmet Alî Amak û Munevver Olker diyar kirin ku ew dixwazin bajarê ku wekeî "bajarê ziman û olan" bi nav dikin bi rê ve bibin û armancên xwe yên bingehîn vegotin.   * Li gelek bajaran dê Nobetên Edaletê berdewam bikin. (11.00-16.00)   * Malbatên windakiriyan dê li Amed û Êlihê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar bixe. (11.00 - 12.00)    * Dayikên Şemiyê 989’emîn çalakiya xwe ya ku her hefte bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê pêk tînin, dê li dar bixin. (12.00)    * Namzetên DEM Partiyê dê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê bimeşînin. (12.00-19.00)   * Li Dêrsim, Antalya û Edeneyê dê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bê lidarxistin. (12.30 - 18.00) ZINDΠ   * Têkildarî rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê daxuyanî bê dayîn. (13.00 - 13.30)     * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê li Qada Demokrasiyê ya Sêrtê mitîngek were lidarxistin. (15.00) ZINDΠ   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeyên Stewrê û Mîdyadê yên Mêrdînê dê bi gel re were bahev. (16.00) ZINDÎ