TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da 2024-03-08 09:28:27 SÊRT - TRT Haberê projeyên şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak weke projeyên qeyûm nîşan da. Sadak Bertek nîşan da û got ku heke ne ji wan bûya dê qeyûm cihekî ku avahiyan lê ava bike jî nedîtibûya.  Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi rêjeya ji sedî 49,43’yan re Şaredariya Sêrtê bi dest xist û Selîm Sadak bû şaredarê bajar. Projeyên ku Sadak di dema şaredartiyê de xistibûn meriyetê û hinek jê di serdema hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibûn temamkirin, ji hêla TRT Haberê ve weke projeyên qeyûm hatin nîşandan. TRT Haberê di nûçeya xwe ya 4’ê mehê de projeyên Termînala Otobusan a Bajêr (Otogar) û Mezbexaneya Nûjen weke projeyên qeyûm nîşan da. Di nûçeyê de her wiha tê îdiakirin ku “piştî tayînkirina qeyûm xelkê Sêrtê dest bi wergirtina xizmetan kiriye.” Lê belê hîmê otogarê di tebaxa sala 2013’an de ji hêla Sadak ve hatiye avêtin û di serdema Hevşaredarên Sêrtê yên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Tuncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemîr de jî hatiye temamkirin. Di heman demê de şaredariya di bin rêveberiya Sadak de Bazara Sewalan ku di nava bajêr de bû xera kir û li derveyî bajêr yeke nû çêkir.    Şaredarê Sêrtê yê berê Selîm Sadak têkildarî îdiayên TRT Haberê bi ajansa me re axivî û ev agahî derewand.    ÎDIAYA PROJEYA OTOGARÊ DEREWAND    Sadak, da zanîn ku beriya serdema wan Sêrt ji hêla xizmetê ve di rewşeke nebaş de bû û wiha got: “Dema bûm şaredar, erdê şaredariyê ku mirov bikare xizmetê lê bike tune bûn. Piştî têkiliya me ya bi weqfan re, me ji bo şaredariyê nêzî 500 donum erd stand û me dest bi xebatan kir. Mesela cihê ku em otogarê çêbikin tune bû. Me otogar li ser van erdên ez behs dikim çêkir. Me ji sedî 80-85’ê projeya otogarê xelas kir û serdema me xelas bû. Hevşaredarên ku piştî me hatin (Tuncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemîr) jî proje temam kirin. Me ji bo otogara navçeyan jî li rex otogarê cih veqetand, projeya wê çêkir lê dîsa serdema me têra nekir. Her wiha Bazara Sewalan li navenda bajêr bû. Me li ser erdê ku me ji weqfan standî dest bi çêkirina bazarê kir û me temam kir. Dîsa li cem bazarê projeya me ya mezbexaneya nûjen hebû lê ji ber ku dema me têra nekir me nekarî dest pê bikin.”   BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA   Sadak, anî ziman ku wan di nava 5 salan de gelek xizmet ji bo gel kirine û got ku gel jî piştgireyeke mezin daye wan. Sadak, destnîşan kir ku projeya veguherîna bajar jî ya rêveberiya wan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê serdema bi dawî bû lewma me nekarî pêk bînin. Qeyûm van rojan derketiye û projeyên min weke yên xwe nîşan dide. Heke ne ji me bûya qeyûm dê niha li Sêrtê cihekî ku avahiyekî jî li ser ava bike nedîtibûya. Bi saya xizmetên me Sêrt gihişt merheleyeke din.”   BANG LI XELKÊ SÊRTÊ KIR   Bi domdarî Sadak bal kişand ser hilbijartinên 31’ê Adarê û ev bang li xelkê Sêrtê kir: “Weke partî dê xizmetên xwe zêdetir bikin. Namzetên partiya me diziyê nakin û dê hemû derfetan ji bo xizmeta gelê Sêrtê bi kar bînin. Ez li vir bangî kurd, ereb, koçer, dêmanî, torî û botiyên Sêrtê dikim ku bila ji me bawer bin. Me di şert û mercên gelek zehmet de şaredarî bi dest xist û divê em bi hêsanî winda nekin. Bila ev kevneşopî berdewam bike û Sêrt bibe cihê aştî û serkeftinê.”    MA / Bazîd Evren