Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist 2024-03-08 09:02:12   ÎDIR - Qeyûmê Şaredariya Îdirê, di tabelaya avahiya nû ya şaredariyê de cih neda kurdî. Qeyûm, piştî bertekan tabelaya bi tirkî jî daxist. Avahiya şaredariyê bê tabela ye.    Qeyûmê Şaredariya Îdirê, di tabelaya avahiya nû ya şaredariyê de cih neda kurdî. Qeyûm, piştî bertekan tabelaya bi tirkî jî daxist. Di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan, li Îdirê bi rêjeya ji sedî 50'î dengan wergirtibû û bi ser ketibû. Piştî ku Hevşaredar Yaşar Akkûş di 15'ê Gulanê de hatibû binçavkirin, qeyûmê bajêr Enver Unlu wekî qeyûm hatibû tayînkirin. Akkûş piştre hatibû girtin.   Paşê li şûna Kayyim Unlu walî Huseyin Engîn Sariîbrahîm hat tayînkirin. Qeymûm Ercan Tûran di 9'ê Tebaxê de li şûna Sariîbrahîm ê ku nêzî 3 salan qeyûmê şaredariyê bû, hat tayînkirin. Avahiya şaredariya bajêr a ku Tûran hê jî qeyûmê wê ye, ji ber çêkirina avahiya nû hat valakirin. Hemû yekîneyên xizmetê yên şaredariyê derbasî avahiya nû bûn. Tabelaya "Şaredariya Îdirê" ya ku ji aliyê HDP'yiyan ve bi kurdî û tirkî li avahiya şaredariya kevin hatibû daliqandin, nheta barkirin. Li şûna wê tenê tabelaya bi tirkî li avahiya nû hatin daliqandin   Li ser vê rewşê kurdên ku piraniya wan li bajêr dijîn bertek nîşanî qeyûm dan. Di encama bertekên wan de, qeyûm jî ji bo ku tabelayên bi kurdî neyên daliqandin, tabelaya tirkî ya ku li avahiya şaredariyê ya nû daleqandibû, rakir. Niha li avahiya şaredariya bajêr tu tabela ne bi tirkî, ne jî bi kurdî tune ye.   Rêveberê Rêxistina Bajêr DEM Partiyê û namzetê endamtiya Meclisa Bajêr de Adem Açilan jî diyar kir ku şaredarî hê jî ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û beriya du mehan avahiya şaredariya kevin hatiye valakirin û hemû yekîneyên xizmetê hatine veguhestin. Açilan parve kir ku tabelaya avahiya şaredariyê nehatiye veguhestin û li avahiya nû tabelaya bi tirkî hatiye daliqandin, lê di encama berteka kurdên li bajêr de ev tabela hatiye rakirin.   Namzetê Hevşaredariyê yê Îdirê yê DEM Partiyê Mehmet Nûrî Guneş bertek nîşanî vê rewşê da û wekî kêmasiyeke mezin pênase kir. Guneş anî ziman ku ew bi nêzîkatiya şaredariya sosyalîst û pirzimanî tevdigerin. Guneş diyar kir ku dema şaredarî di bin rêveberiya wan de bû wan tabelayên bi kurdî û tirkî daliqandine, lê niha nayê qebûlkirin ku bi tu zimanî tabela tune be. Guneş bal kişand ser daliqandina tabelayê û piştre rakirina wê û wiha got: “Ev feraseteke ku ji têgihîştina îroyîn dûr e. Eger em şaredariyê bi dest bixin, em ê tabelaya şaredariya kevn a ku niha hatiye rakirin li wir bi cih bikin."