'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye' 2024-03-08 09:01:21   RIHA - Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, destnîşan kir ku Tirkiye bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re destûra bingehîn û peymanên navneteweyî bin pê dike û got: "Li Girava Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin, berpirsê wê Wezareta Dadê ye."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê tên ragirtin de, 36 meh in tu agahî nayê girtin. Kampanyaya ku li Ewropayê û cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd hat destpêkirin, ket qonaxa duyemîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya di çarçoveya kampanyayê de di roja 103'yan de berdewam dike, li gelek deverên cîhanê çalakiyên cur bi cur tên li darxistin.    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, diyar kir ku Tirkiye bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qanûnan binpê dike û got ku saziyên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên siyasî li dijî vê bê hiqûqiyê bêdeng in.   'TIRKIYE PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊDIKE'   Îbrahîm Halîl Oyke bi lêv kir ku li cihanê mînakên wekî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tune ne û wiha got: “Mafê girtiyan ê hevdîtina bi malbat û parêzeran re di qanûna bingehîn de wekî mafekî teqez hatiye misogerkirin. Her wiha peymanên navneteweyî jî vî mafî misoger dikin. Tirkiye hem di makezagona xwe de hem jî di peymanên navneteweyî yên ku pê ve girêdayî ye ev maf qebûl kiriye. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, pergaleke kesayetî ye ku li cîhanê tu mînakên wê tun ne. Tecrîd ne hiqûqî ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê birêz Ocalan de ji ber ku mafê heviyê hatiyê binpêkirin Turkiye weke sûc kiriyê pênase kir. DMME, ji ber ku mafê hevdîtina bi parêzer û malbata wî re hatiye astengkirin û mafê hêviyê hatiye binpêkirin biryar da ku qanûneke şexsî ya ku dibêje ew ji girtîgehê dernakeve hatiye sepandin û Tirkiye sûcdar dît.  Lê ev biryar heta niha ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye cîbicîkirin. Ji bo ku ev biryar bê tetbîqkirin divê ji aliyê Tirkiyeyê ve rêziknameyên qanûnî bên çêkirin. Jixwe qanûnên  Tirkiyeyê jî rê li ber azadiya fizîkî ya birêz Ocalan vêdike. Lê Tirkiye li gor van qanûnan tevnagerê. Tirkiye bi nesepandina vê qanûnê û tecrîda girankirî ve gelek sûcan bi hev re pêk tînê. Li Grava Îmraliyê sûce binpêkirina mafan û dilgirtinê pêk tê."   'TECRÎD LI SER GELAN TÊ MEŞANDIN'   Oyke bal kişand ku bi pêkanînên tecrîdê re li hemû qadên civakê binpêkirina mafan pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd li her qada civakê belav bûye. Dema em li biryarên komîteyên îdarî û çavdêriyê yên li girtîgehan dinêrin em bandora tecrîde dibînin. Her wiha dema kesên di civakê de nikarin nêrînên xwe bi awayekî vekirî bînin ziman dibînin em dîsa tecrîde dibînin. Ev hemû jî yek jî beşên spandina tecrîde ne. Tecrîd bi rastî li hemû qadên jiyanê belav bûye û êdî bûye polîtîkayeke dewletê. Ev polîtîka ne tenê li ser birêz Ocalan, li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî tê meşandin. Mirov ji ber zextên dewletê nikarinê fikir û remanên xwe bînin ziman ev zext jî di encama tecrîde de derdikeve holê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rê li ber gelek binpêkirinên hiqûqî jî vêdike."   BÊDENGIYA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ   Oyke bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û saziyên navneteweyî jî rexne kir û ev tişt gotin: "Ji ber ku saziyên hiqûqî yên navneteweyî li gorî şert û mercên siyasî tevdigerin, bi awayekî serbixwe rol û mîsyona ku ji wan re hatiye dayîn bi cih naynin.j Ji ber şerê ku niha li Rojhilata Navîn berdewam dike û rewşa siyasî ya welêt CPT û saziyên hiqûqî yên navneteweyî ji binpêkirinên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tên re bêdengin. Sedema vê bêdengiyê jî ev sazî ne li gor hiqûqê lê li gor berjewendiyên siyasî tevdigerin. CPT saziyeke navneteweyî ye ku ji bo welat li gorî qanûnên xwe yên navxweyî û peymanên navneteweyî tevbigerin û pêşî li îşkenceyê bigire, hatiye avakirin. Lê em dibînin ku CPT vê rol û mîsyonê bi cih nayne. Hata rapora xwe ya dawî jî bi raya giştî re parve nekir. CPT berojavî rol û mîsyona xwe tevdigerê.    'DIVÊ HEMÛ KES LI DIJÎ TECRÎDE DENGÊ XWE BILIND BIKE'   Di berdewama axaftina xwe de Oyke tekildarî grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin bi lêv kir ku daxwaza girtiyên mafekî rewayê û wiha pê dê çû:  "Ji ber ku qanûn bi pêkanînên keyfî li girtîgehan nayên bicihanîn, girtiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan û bi rebazên demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne. Ev mafên ku divê di civaka demokratîk de hebin ev in. Lê belê ji ber ku ev maf nehatin bicihanîn, girtî neçar man dest bi greva birçîbûnê bikin. Divê ev daxwaz neyên paşguh kirin û dewlet demildest daxwazên girtiyan bi cih bîne."   Oyke destnîşan kir ku ji her neyîniya ku li Girava Îmraliyê çêbibe Wezareta Dadê berpirsyar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû alî li ser xala ku tecrîd li dijî hiqûqê ye biaxivin. Divê tu kes bêyî dudilî li dijî vê rewşa neqanûnî derkeve. Li dijî tecrîde derketin rewa ye berevajî vê li dijî vê yekê derneketin ne qanûnî ye.  Ji ber vê yekê divê parêzer, baro û saziyên sivîl vê bêhiqûqiyê bînin ziman. Li hemberî vê tecrîdê pêwîste Wezareta Dadê jî gavan biavêje. Ji her neyîniya ku li Girava Îmraliyê çêbibe Wezareta Dadê berpirsyar e. Li dijî vê pêkanînê ku li dijî rûmeta mirovî ye pêwîste her kes dengê xwe bilind bike.”   MA / Mahmût Altintaş