Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine 2024-03-07 17:26:05   SÊRT – Nametên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî bi bernameyekê projeyên xwe parve kirin.   Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, li oteleke bajêr danasina projeyên xwe kir. Li eywnana ku danasîn lê hat kirin bi pankartên logoya DEM Partiyê li ser hatin daliqandin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetê hevşaredariyê yê Misircê Alî Riza Bîngol, namzetê şaredariyê yê Tiloyê Kasim Yildiz, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyên navendî, TUAY-DER, BOTAN-DER, ÎHD, TMMOB û gelek kes tev li bernameya danasînê bûn.    MEB’Ê EYWAN NEDAYE DEM PARTIYÊ   Ewilî hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn axivî û da zanîn ku projeyên wan projeyên şênber in û weke namzetên din li dû projeyên xeyalî neketine. Tekîn, diyar kir ku wan hem pêdiviya bajêr hem jî derfetên şaredariyê li ber çavan girtine û wisa projeyên xwe amade kirine. Tekîn, bi  domdarî wiha got: “MEB’ê bi hinceta ‘lîstikeke şanoyê’ eywan neda me ku em danasîna projeyên xwe bikin. Lê li vir eywanên me pirin. Gelê me dilê xwe ji bo me vekiriye û em dikarin li her derî bi gelê xwe re bên cem hev.”   ‘GEL ME JI BO ŞANDINA QEYÛMAN ÎKNA DIKE’   Parlementer Sabahat Erdogan Saritaşê jî anî ziman ku ew ji bo xebatên hilbijartinê diçin kîderê gel texrîbata ji hêla qeyûm ve hatiye kirin bi lêv dike. Saritaş, diyar kir ku ne ew lê belê gel hewl dide ji bo bi dest xistina şaredariyê wan îkna bike. Saritaş, gel dixwaze qeyûm biçin û wiha dirêj kir: “Polîtîkaya me ya rêveberiya xwecîhî ji hêla gelê Sêrtê ve baş tê zanîn. Heta niha ti hevşaredarên me bi diziyê û talanê nehatine sucdar kirin. Şaredar û hevşaredarên me heta niha bi hemû bêderfetiyan û astengiyên dewletê jî hewl daye xizmeta gelê Sêrtê bikin. Em bi feraseta azadiyê jinê, xwezayê, civakê hwd. heta îro hatin û dê li ser vê esasê jî berdewam bikin. Em ê serbikevin û Sêrt jî şaredarî jî ya vî gelî ye. Her du namzetên me jî bi pêşhilbijartinê hatin diyar kirin. Vî gelî diyar kirine û ew jî dê ji bo vî gelî xizmet bikin.”   JI BO SÊRTÊ 55 PROJE AMADE KIRINE   Piştî axaftinan namzetên hevşaredariyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ku ji bo bajêr 55 proje amade kirine, yek bi yek projeyên xwe dan nasandin.    Projeyên Alagaş û Kaysî wiha ne:    1- Projeya Kreşê ya Pirzimanî û Bêpere 2 - Projeya Navenda Çand û Kongreyê 3 - Projeya Di Tesîs û Otoparkên Şaredariyê de Avakirina Îstasyonên Şarjê yên Ceryanê 4 - (BELEDİYE AİT OTOPARK VE TESİSLERDE ELEKTRİKLİ ŞARJ İSTASYONLARI KURULMASI PROJESİ) 5 - Projeya li Qad, Park û Cihên Qerebalix Xizmeta WÎFÎ’ya Bêpere 6 - Projeya Jorbihûrkan 7 - Projeya Tesîsa Parzînê û Xeta Boruya Çelik ya Ava Vex74warinê 8 - Projeya Alîkariya Hewirîn û Çêkirina Wargeha Şargirtan 9 - Projeya Avakirina Navenda Piştgiriya Jinan a Berfînê 10 - (MUHTELİF YERLERDE HAVUZ SU DANSI GÖRSEL EFEKT PROJESi) 11 - Projeya Sîteya Galerîciyan 12 - Projeya Hilberandina Berhemên Xwecîhî û Çûyîna Markabûyînê 13 - Projeya Kolana Hûnerê 14 - Projeya Eywana Werzîşê û Hewza Avjeniya Olîmpîk ya Girtî 15 - Projeya Malên Şînê 16 - Projeya Mala Mêvanan 17 - Projeya Navenda Tekoşînê ya Bi (Bağımlılık, uyuşturucu, telefon, sosyal medya hwd.) 18 - Projeya Pirtûkxaneya Gel ya Mîr Celadet Elî Bedirxan 19 - Projeya Navenda Ciwanan 20 - Projeya Navenda Perwedehî û Etûtê ya Bêpere 21 - Projeya Ji Bo Welatiyên Astengdar Jiyana Bêasteng 22 - Projeya Berhevkariya Çîrokên Gelêrî yên Bi Zimanê Zikmakî 23 - Projeya Sîteya Toptanciyan 24 - Projeya Navenda Pêşxistina Îstihdamê ya Jinan 25 - Projeya Sûka Qesap û Penîrfiroşan  26 - Projeya Eywana Mahrkirin û Dawetê 27 - Projeya Pergala Avdanê ya Otomatîk û (Çîmlendirme) 28 - Projeya Sererastkirin û Avakirina Platformê ya li Qada Newrozê 29 - Projeya Mala Dengbêjan 30 - Projeya Serayê ya Gihandina Şitil û Mişteliyan 31 - Projeya Bazara Ked û Berhemên Dest ên Jinan 32 - Projeya Kompleks û Kûluba Werzîşê ya Jinan 33 - Projeya Ofîsa Firotin û hilberandina Nanê Tenûrê 34 - Projeya Xebatên Peyzajê  35 - Projeya Gençkart 36 - Projeya Jinkart 37 - Projeya Vekirina Cihên ji bo Mezelan 38 - Projeya Îstîhdam û Pêşxistina Serayan 39 - Projeya Çêkirina Otoparkan 40 - Projeya Lûnaparkê 41 - Projeya Parkên Nû û Seyrangehan 42 - Projeya Bankayên Xiza û Cil û Bergan 43 - Projeya (Sıfır Atık Koordinatorlüğü ve Geri Dönüşüm Otomatları) 44 - Projeya Avakirina Konseya Bajêr 45 - Projeya Xizmeta Şaredariya Pirzimanî 46 - Projeya Ji Bo Zarokan Kampên Havînê 47 - Projeya Tîma Tenduristiyê ya Gerok 48 - Projeya Veguherandina Di Cih De 49 - Projeya Çareserkirina Pirsgirêkên Îmarê yên Bajêr 50 - Projeya Çêkirina Rêyên Rezan û Pêşxistina Fistiqên Sêrtê 51 - Projeya Şahiyên Çand û Hûnerê 52 - Projeya Tesîseke Nû ya  Ji Bo Fêqî û Zerzewatên Şil 53 - Projeya Alîkariya Edlî 54 - Projeya Mala Xwarinê û Navenda Piştevaniyê 55 - Projeya Qada Seyranê û Daristana Bajêr   Bername bi çepikan bi dawî bû.