Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir 2024-03-07 15:47:26   AMED - Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan ku di daxuyaniya têkildarî komploya navneteweyî de hatibû binçavkirin û girtin, beraet kir.   Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Zekiye Îlbasan, di sala 2023’yan de di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dema li Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê daxuyanî dida tevî 103 kesan hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Îlbasan, di danişîna doza xwe ya ewil de hatibû berdan.    Danişîna duyemîn a Îlbasan ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “bêçek tev li civîn û xwepêşandanên li dijî qanûnê bû û tevî hişyariyê jî bi xwe ji wir neçû” û “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe da” tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişîna Îlbasan tev li nebû de parêzer Ozum Vûrgûn amade bû.    TEVÎ RAPORÊ JÎ CEZA HATE XWESTIN    Di doza ku bi îdiaya Îlbasan li dijî polîsan derketiye hate vekirin û pişt re îdiaya “endamtiya rêxistinê” lê hate zêdekirin de, rapora ku weke Îlbasan li dijî polîsan derketiye û heqaret li wan kiriye hate amadekirin, bi berovajiyê îdiayên polîsan û dozgeriyê kete dosyayê. Di rapora ku ketiye dosyayê de, hate dîtin ku kesê pispor tu delîl nedîtine ku Îlbasanê ‘li dijî polîsan li ber xwe daye’ û heqaret li wan kiriye. Dozgeriyê nêrîneke berovajiyê vê yekê nîşan da û xwest, Îlbasan ji ber sûcên der heqê wê de hatine vekirin bên cezakirin.   Parêzera Îlbasanê, Ozum Vûrgûn diyar kir ku parastina di danişîna berê de kirine dubare dikin û diyar kir ku rapora kesê pispor aligira muwekîla wê ye û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.   BIRYARA BERAETÊ HATE DAYÎN    Dadgehê piştî parastinan biryara xwe aşkere kir û ji bo hemû sûcên ku Îlbasan jê dihate sûcdarkirin cûda cûda biryara beraetê da.