ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne 2024-03-07 14:48:05   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê diyar kir ku şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne û xwest ku qanûna “alîkariya fînansî daye rêxistinê” ya weke hinceta lêpirsîna tê nîşandan were betalkirin.    Di salên dawî de gelek kes ji ber pere û name ji girtîgehan re şandine hatin binçavkirin û derheqê wan de bi îdiaya “alîkariya fînansî dane rêxistinê” lêpirsîn hatin destpêkirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî mijarê li gelek bajaran daxuyanî da. Di daxuyaniyan de hat gotin ku şandina pere û nameyan a ji girtiyan re sûc nîne.    ENQERE   Daxuyanî li Enqereyê avahiya komeleyê hate dayîn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê  Omer Faruk Yazmaci, got ku kesên ji xizmên xwe yên girtî re pereyan dişînin di bin zexta darazê de ne. Yazmaci, anî ziman ku bal kişand ser rêziknameya têkildarî şandina pereyan a ji girtiyan re û bi bîr xist ku bikaranîna pereyî bi temamî di bin înîsiyatîfa rêveberiya girtîgehê de ye. Yazmaci, got ku tevî vê yekê jî pereyê tê şandin weke “alîkariya fînansî ya bi rêxistinê re” tê nirxandin û wiha domand: “Ji bo ku girtî bikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî pêşwazî bikin, hewcehiya wan bi çavkaniyên madî heye. Girtiyên nexweş ji ber ku xwarinên girtîgeh dide ne besî wan in, li gorî diyeta wan nînin, neçar dimînin ku xurekên teqwiya bistînin û van tiştan ji kantînê bikirin. Her wiha heqê doşekên ku kesên nexweşiyên wan ên ortopedîk hene bi kar tînin, balgî û amûrên din jî girtî bi xwe didin. Di heman demê de heqê qertên telefonê yên girtî ji bo bi malbatên xwe re biaxivin bi kar tînin, nameyên dişînin û daxwaznameyan jî girtî bi xwe didin.”    'SÛC NÎNE’   Bi domdarî Yazmaci destnîşan kir ku pêdiviya girtiyan bi pereyê malbat, xizm, heval, vasî û parêzerên wan dişînin heye û wiha got: “Bi taybet jî di salên dawî de piştevaniya bi girtiyên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Girtîgehên Tîpa S’yê ên ragirtin re ji holê hatiye rakirin û girtî gelek xizan bûne. Di heman demê de girtiyên biyanî jî di mijara xwegihandina malbatên xwe de zehmetiyan dikişînin, pêwendiyên wan ên bi hev re tune ne, ji ber prosedurên heyî bi temamî ji piştgiriya madî mehrûm man e. Gelek girtî û malbatên wan ji ber xizaniya li girtîgehan zêde dibe, bi daxwaza alîkariya madî serî li saziya me dane.”    Yazmaci, got ku razandina pereyan a li hesabên girtiyan sûc nîne û wiha dom kir: “Divê zexta darazê ya li ser malbat, xizm û parêzeran bê bidawîkirin û qanûna têkildar were betalkirin.”    LI GELEK BAJARAN DAXUYANÎ HATE DAYÎN   Di daxuyaniya li Şaxa ÎHD’a Stenbolê de jî heman daxwaz hatin kirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn di daxuyaniyê de got ku di çarçoveya “qanûna fînansmaniya terorê” de zexta darazê tê kirin. Şahîn, got ku divê qanûna behsa xeberê were betalkirin.    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê têkildarî mijarê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Ji rêveberên komeleyê Bahadir Altan got ku pêla binçavkirin û girtinê ya li dijî xizmên girtiyan û malbatên wan ên pere şandine didome. Altan, got ku ev rewş ji hêla madî û manewî ve rê li ber mexdûriyetan vedike û ev tişt anî ziman: “Şandina pereyan a ji bo girtiyan sûc nîne. Ev sepan, berhema feraseta ku dixwaze malbatan jî bi girtiyan re tecrîd bikin e. Tecrîd, îşkence û sûcekî li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin.”    Metna daxuyaniyê ya hevpar li şaxên ÎHD’ê yên Amed, Dêrsim, Êlih, Mêrsîn, Hatay, Antalya û Cizîr a Şirnexê jî hatin xwendin.