SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin 2024-03-06 22:53:50   NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku DAIŞ’ê li başûrê Dêrezorê êrişî kesên ku kuvark berhev dikirin kirin û di encama êrişê de 18 kes hatin kuştin.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di encama êrişa DAIŞ'ê li gundewarê Dêrazorê de 18 kes hatine kuştin, ji wan 4 leşkerên "Dîfa Wetenî" ne. Her wiha 16 din birîndar bûn û zêdetirî 50 kesî winda ne.   SOHR'ê diyar kir ku di dema berhevkirina kuvarkan de DAIŞˊê li çolistana Kebacib a başûrê Dêrazorê êrîşek pêk hat. Di encamê de pevçûn di navbera DAIŞ'î û leşkerên "Dîfa Wetenî" de derket. Di pevçûnê de 12 wesayît hatin şewitandin.   SOHR'ê destnîşan kir ku di encama êrişên li çolistana Sûriyeyê de ji destpêka 2024'an ve, 186 kes hatine kuştin.