Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin 2024-03-06 10:12:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş Tahir Batak ku di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de cih digire, nayê tedawîkirin. Dayika Batak, Gullu Batak bertek nîşan da û got: “Zilmê li me û girtiyan dikin. Divê her kes li dijî vê zilmê dengê xwe derxîne.”     Binpêkirina mafan û derhiqûqtiyên li girtîgehan tên kirin bi sala ye weke birîneke nekewandî didome. Bi taybet jî piştî çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger a ku girtiyên siyasî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin, zextên li ser girtiyan jî zêdetir bûn. Agahiyên binpêkirinên mafan ên her roj ji girtîgehan tên, nîşaneya van zextan e.    DI LÎSTEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ DE YE   Girtiyê bi navê Tahir Batak (34) du sal berê ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hate kirin. Batak, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û nexweşiyên wî yên weke mîgren û fitqa piştê hene. Dayika Batak, Gullu Batak (80) li ser telefonê bi kurê xwe re axivî û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê axivî.    LÊGERÎNA NAVA DEV LÊ TÊ FERZKIRIN   Dayik Gullu Batak anî ziman ku di nava hefteyekê de 3 caran qawîşa kurê wê hatiye guherandin û ev agahî parve kir: “Cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan dane kurê min. Dema nexweşiyên wî giran dibin, nabin nexweşxaneyê. Her wiha lêgerîna nava dev lê ferz dikin. Girtî jî vê sepanê qebûl nakin lewma nayên tedawîkkirin. Ji ber îşkenceyên di demên berê de lê hatine kirin, diranên kurê min ketine. Ev 4 sal in em li bendê ne ku ji diranên xwe tedawî bibe lê hêj jî nehatiye tedawîkirin.”    Bi domdarî Batak anî ziman ku bi destpêkirina greva birçîbûnê re zextên li ser girtiyan zêde bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku girtina zarokên me bes neke îcar jî li girtîgehê zilmê li wan dikin.”    ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LÊ DERKEVE’   Batak, bi lêv kir ku kurê wê şandine girtîgeheke 700 km’an dûrî wan û axaftina xwe wiha qedand: “Bi vê yekê îşkenceyê li malbatan dikin. Em 7-8 hezar TL’an mesrefê dikin û wisa diçin Edeneyê. Dema em diçin jî ji bo nehêlin em hevdîtinê bikin her cureyên hincetan nîşan didin. Îşkenceyê li me malbatan dikin. Divê her kes li dijî vê zilmê dengê xwe derxîne. Heke gelê kurd bi hev re tevbigeriya dê nekarîbûna ewqas zilmê bikin.”