Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan 2024-03-06 09:36:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Silêman Ehmed 134 roj berê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin. Rojnamegerên Silêmaniyeyê bertek nîşanî revandina Ehmed dan û gotin ku girtina wî derqanûnî ye.    Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 134 roj in agahî jê nayê girtin.   Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.   Rojnamegerên Silêmaniyeyê Jilyan Elî têkildarî û Diyarî Ferîdûn têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivîn û bertek nîşanî revandina Ehmed dan.    ‘ROJNAMEVAN EHMED BÊYÎ KU SÛCEKÎ WE HEBE HATIYE GIRTIN’   Jilyan Elî anî ziman ku li Dihok û Hewlêrê hîn jî rojnamevan nikarin bi awayek azad fikir û ramana xwe bînin ziman û wiha got: “Dema rojnamevan li ser karê xwe ne, yekser tên binçavkirin, ji bilî binpêkirinên desthilatê yên li hemberî rojnamevanan, binpêkirinên li hemberî rojnamevanên jin jî bi awayek berçav zêde bûne. Ya ku li hemberî rojnamevan Silêman Ehmed hatî kirin, cihê nerazîbunê ye. Bêyî ku sûceke wî hebe hatiye binçavkirin û rê nadin parêzer jî serdana wî bikin. Tê dîtin dema rojnamevan ne bi dilê desthilatê kar bikin, weke rojnamevan Silêman tên revandin û girtin.”   ‘EHMED BI AWAYEKÎ DERYASAYÎ HATIYE GIRTIN’   Rojnameger Diyarî Ferîdûn jî wiha bertek nîşan da: “Rewşa ronamevaniya li başûrê Kurdistanê, ne berdest û gelek xirabe. Bi taybet jî li herêmên ku dibin desthilatdariya PDK’ê dene, ev rewş hîn xirabtire. Rojnamevan rastî astengiyan tên, çi dema rojnamevan bixwazin peyamek bi azadiyane ragihînin, tên binçavkirin. Divê rojnameger bêyî biryara dadgehê neyên girtin, lê weke Silêman bi awayek ne yasayî tên girtin. Asayîş jî niha rê nade parêzer û malbata biçin û wî bibînin, ev binpêkirinek eşkere ya dijî mafê mirovane.”   DOSYA DI DESTÊ SAZIYA ÎSTÎXBARATÊ DE YE   Hêjayî bibîrxistinê ye ku parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed Reşîd diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.  Reşîd destnîşan kir ku li gorî xala 19’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê, divê parêzerê her girtiyekî hebe û bêyî parêzer tu kirarî nayên kirin. Reşîd, got: “Asayîşa Dihokê û hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê bi awayekî eşkere Destûra Bingehîn binpê dikin. Em amadekariyan dikin ku serî li Dadgeha Federe ya Iraqê bidin. Asayîş û hikûmet destûrê nade em hevdîtinê bikin û her tim hinceta ‘li vir nîne, lêpirsîn hêj bi dawî nebûye’ nîşan didin. Hemû hewldanên me bêencam man. Em ê di demekî herî kin de ji bo Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdanê bikin. Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome.”   Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.   RÊVEBERIYA PDK'Ê BÊDENG E   Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK'ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.     SERÎ LI NY'Ê DAN   Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, çendek roj berê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.