Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin 2024-03-06 09:05:18   ÊLIH - Hat destnîşankirin ku mafê dermankirinê yê girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin Berzan Guneş tê astengkirin û nayê hiştin ku bi girtiyên din re were cem hev û tê tecrîdkirin.    Girtiyê nexweş Berzan Guneş li Gitîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin û cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Hat zanîn ku Guneş rastî binpêkirinên mafan tê. Birayê Guneş, Eyûp Guneş di 1’ê adarê bi birayê xwe re hevdîtina vekirî kir û der barê binpêkirinên mafan ê birayê xwe de axivî.    Eyup Guneş destnîşan kir ku birayê wî di sala 2015'an de di pevçûnekê de bi birîndarî hate girtin û got ku tevî dermankirina birayê wî neqediyabû hatiye girtin. Guneş, diyar kir ku li pişta birayê wî birîn hene, çavê wî yê rastê nabîne, çavê wî yê çepê kêm dibîne û di heman demê de nexweşê bêhnkurtkê ye.    Guneş, da zanîn ku li gel birayê wî pirsgirêkên tenduristiyê dijî jî sewqa wî nayê kirin, tevî mafê wî heye wî heye jî dernaxin çalakiyên weke spor, sihbet û civakî. Guneş, wiha domand: "Jixwe di odeyele yekkesî de tê ragirtin û di tecrîdkirî ye. Bi tu awayî nahêlin bi girtiyên din re hevdîtinê bike. Birayê min di nava tecrîdê de tecrîdê dijî.”   Guneş, ji bo birayê wî were dermankirin û bikare mafên xwe yên din ên weke werzîş, sihbet û hwd. bi kar bîne banga hestiyariyê li saziyên têkildar û raya giştî kir.