Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin 2024-03-05 16:40:00   COLEMÊRG - Welatiyê bi navê Nazmî Karagoz ê DEM Partiyê ku li Geverê dijî, dema li pergala e-devletê dinihêrt dît ku weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin.    Welatiyê bi navê Nazmî Karagoz ê li navçeya Gever a Colemêrgê dijî, dema dixwest endamtiya xwe ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çêbike, di lêgerîna li ser e-dewletê de dît ku weke endamê Partiya Yenîlîkê (YP) hatiye qeydkirin. Karagoz, da zanîn ku di 1’ê çileya 2024’an de gava endamtiya xwe ya DEM partiyê çêdike, dîtiye ku weke endamê YP'ê yê rêxistina Bêhiştî ya Semsûrê hatiye qeydkirin. Karagoz, diyar kir ku agahiyên kesayetî ên taybet hatine binpêkirin û bertek nîşan da ku bêyî destûra wî weke endamê YP’ê hatiye qeydkirin.   'BÊYÎ DESTÛRA MIN HATIYE KIRIN'   Karagoz, destnîşan kir ku di jiyana xwe de qet neçûye Semsûrê û wiha domand: “Armanca kesên ku wiha kiriye çi ye ez nizanim. Tu têkilî û eleqeya min bi navê partiya ku derbas dibe re nîn e. Ez heta dawiya emrê xwe endamê DEM partiyê me û qet dev ji tekoşîn û partiya xwe bernadim. Kê yan jî çawa kirine endam ez nizanim û dixwazim ev mijar bê zelalkirin.”   Karagoz diyar kir ku dê têkildarî mijarê serî li saziyên fermî bide û gilî bike.