Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû 2024-03-05 12:59:35   ENQERE - Li Gokhan Akkaya yê ku gef li Gergerlîgolû xwaribû û heqaret lê kiribû 8 meh 22 roj cezayê hefsê hate birîn.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Faruk Gergerlîoglû sala par dema xebatên hilbijartina giştî ya 14’ê gulanê dikir, Serokê Komeleya Kuruçeşmelîler a li Taxa Kuruçeşme ya Îzmîtê Gokhan Akkaya heqaret lê kiribû û gef lê xwaribû. Li ser vê yekê wê demê namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Bursayê Selda Îlgoz Kocayîgît a li cem Gergerlîgolû bû, Gokkan Akkaya gilî kir.    Hefteya derbasbûyî Dadgeha 8’emîn a Cezayên Giştî ya Kocaeliyê ji ber sûcê gef û heqaretê 8 meh û 22 roj cezayê hefsê da Akkaya. Tê payîn ku dê Akkaya were girtin û wî bişînin girtîgehê.    GERGERLÎOGLÛ: KIRINÊN WÎ JÊ RE NEMAN   Gergerlîoglû têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Dema ku me di çarçoveya xebatên hilbijartinê de xebat dikir, Gokhan Akkaya û koma dabû pey xwe êrişî me kir û li gel gef xwarinê heqeret li me kirin. Me mijar bir dadgehê. Dadgeha 8’emîn a Cezayên Giştî ya Kocaeliyê der barê Akkaya de ji ber gotin û kirinên li dijî min kirine 8 meh û 22 roj, ji ber kirinên li dijî hevalên min jî 2 meh û 5 roj û 5 meh û 18 roj ceza birî. Bila her kesek zanibe ku tu kes nikare siyaseta me ya demokratîk asteng bike. Kirinên ku kesên provakator kirine ji wan re nema. Provakasyonên bi vî awayî dê nikarin me ji riya me dûr bixin. Bila yên van tiştan dikin jî bila bibînin bê ka çi tê serê kesên hewldanên wiha dikin.”