Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet 2024-03-05 11:07:50 AMED - Di îdianameya nû ya derbarê siyasetmedara girtî Hulya Alokmen de hate amadekirin de çalakiya nobetê ya tenduristvanan bi daxwaza xizmeta tenduristiyê li dar xistine ji “endamtiya rêxistinê re kirin hincet.    Derbarê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen a ji peywîrê hate girtin û qeyûm tayînî şûna wê hate kirin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianameyeke nû hate amadekirin. 10 sal û 6 meh cezayê hefsê yê ji ber xebatên wê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Alokmen hatibû birîn hate xerakirin. Di encama îfadeyên şahidên îtirafkar Umît Akbiyik û Şaban Elçîn de li dijî Alokmen ku ji ber xebatên siyasî yên dema Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bû, dimeşandin bi hinceta “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin îdîanameyek nû hat amadekirin.   Di îdianameya ku bi daxwaza yekkirina doza Alokmen a didome hatiye kirin de hate amadekirin, îfadeyên şahidê îtîrafkar Umît Akbiyik ên “Ev kes di nav Meclisa HDP’ê û Lijneya Rêveberiya Navendî de cih digire li qada siyasî ya rêxistina terorê ya PKK/KCK’ê weke qadro cih digire û fermanên ji rêxistinê tên ji rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan re radigihîne.”   ÇALAKIYAN TENDURISTVANAN BEROVAJÎ KIR    Her wiha di îdianameyê de îfadeyên şahidê vekirî Şaban Elçîn jî cih girtin. Elçîn, îdia kir ku Alokmen a hemşîre ye, bijîşk e. Elçîn, “Çalakiya Spî” ya tenduristvanan ji bo welatiyên li cihên qedexeya derve ya di sala 2015’an de xizmeta tenduristiyê bê dayîn lidarxistibûn krîmînalîze kir. Elçîn îdia kir ku çalakî ji bo astengkirina xizmeta tibî ya ji leşker û polîsên li Sûrê birîndar bûne re dihate kirin    Ev îdiayên Elçîn di îdianameyê de cih girtin: “Armanca çalakiyên spî yên berbiçev ji bo başkirina şertên xebatê yên xebatkarên tenduristiyê bû lê bi taybetî wê demê çalakî ji bo astengkirina xizmeta tibî ya ji leşker û polîsên li Sûrê birîndar bûne re dihate kirin. Bijîşka bi navê Hulya Alokmen jî tev li van çalakiyan dibû. Hulya Alokmen endama Sendîkaya SES’ê bû û personelên tenduristiyê yên li sendikaya xwe hişyar dikir ku tedawiya hêzên ewlehiyê nekin…”   Hate xwestin ku îdianameya ku ji bo Alokmenê ji “endamtiya rêxistinê” daxwaza cezakirinê tê kirin, bi doza ku dema Alokmen Hevserokatiya HDP’a Amedê dikir derbarê wê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye vekirin re bikin yek. Dadgehê daxwaz qebûl kir û biryar da ku bi dosyayê re bikin yek.