Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin 2024-03-05 10:46:35 ENQERE – Di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgerê Komarê yê Enqereyê dabû destpêkirin de polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de Nûjîn Altûnkiliç, Umît Bozan, Bûsenûr Ozturk, Abdulkadîr Barkin, Hêlîn Kaya, Diyar Hatîp Bîlen, Lokman Sefkan Ozgan û Muhammed Okay binçav kirin. Hate diyarkirin ku di dema binçavkirinê de polîsan hin kes derb kirine. Sedemê binçavkirinê nehate zanîn lê hate payîn ku 19 kes di bin çavan de ne.