Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye! 2024-03-05 10:12:15   AMED - Li Amedê pêşiya avahiya ku 200 kes tê de dijiyan, ji ber ku kesekî embar li pêşiya avahiyê çêkiriye girtî ye. Rêveberiya şaredariyê ya qeyûmê ku hatiye tayîn kirin li ser biryara dadgehê jî embarê xera nake, hemwelatiyên ku mexdûr bûne jî bi rêya dikanên vala derbasî malên xwe dibin.   Li avahiya Sûleymanoglu ya li kolana Dr. Ahmed Bîlgîn a navçeya Rezan a Amedê mexdûriyete ku di şanoyan de jî nehatiye dîtin tê jiyîn. Deriyê avahiya ku ji 24 çar malan pêk tê û 200 kes tê de dijiyan, ji ber ku kesekî embareke  derqanûnî lê avakiriye, hemwelatî di dikanên vala de derbasî malên xwe dibin. Xwediyê dikanan jî ji ber vê rewşê nikarin dikanên xwe bikar bînin û çare jî bi firotina dikanên xwe re dibînin. Kesên ku dikan kirîne jî diyar dikin ku rê nadin kesek di nava dikanên wan de derbasî avahiyê bibin. Hemwelatiyên bi awayekî fermî rewşa xwe ji saziyên fermî re ragihandine û li gorî biryara dadgehê ji aliyê qeyûmê ku hatiye tayînkirin embarê xera nake. Hemwelatiyên avahiyê diyar dikin ku ger rêveberiya qeyûm mijarê çareser neke dê li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiyan bikin.   QEYÛM BIRYARA DESTDANÎNÊ DA   Ji bo embara ku bi rêyên derqanûnî hatiye çêkirin, Gerînendetiya Daîreya Herêmî û Bajarvaniyê di 4’ê çileyê de biryara “destdanînê” da û bi îmzeya meclisa şaredariyê ku ji qeyûmê tayînkirî walî Alî Îhsan Su, Sekreterê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, Serokê Gerînendetiya Daîreya Herêmî û Bajarvaniyê  Kendal Okucu, Mûşavirê Qanûnî ê 1’emîn parêzer Şefîk Çelîk, Serokê Xizmeta Daîreya Darayî Zekî Karahan û Midûrê Wekîlê Şaxa Encûmena Zehîr Kenar hat qebûlkirin.    2 MEH DERBAS DIBE LÊ HÎN JÎ XERA NEKIRINE   Li ser biryara “destdanînê” 2 meh derbas dibe lê hîn jî embar nehatiye xerakirin. Gerînendetiya Daîreya Herêmî û Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin di 22’yê çileyê de ji bo embarê xera bike nivîsek fermî da hundir da ku xebatkarên zabitayan wezîfedar be û amûr û makîneyan amade bike. Lê mixabin li gor van biryaran cardin nehat xerakirin.   DI KARESATEKE XWEZAYÎ DE DÊ ÇAWA DERKEVIN DERVE   Ji ber ku deriyê avahiyê tune ye, di karesateke xwezayî yan jî şewatekê de dê welatî çawa xwe xelas bikin nayê zanîn. Hemwelatiyên ku bi dehan car bi awayeke fermî serî li Şaredariya Bajarê Mezin û kesên eleqedar dane tu rê û rêbazek ku pirsgirêka wan çareser bike nedîtin e.   Yek ji welatiyên di vî avahî de dimîne jî Emrullah Yildiz e. Yildiz, di embarê de derbasî mala xwe dibe û têkildarî mijarê wiha got: "Di 2012’an de avahiya me temam bû, ji ber ku embar li pêşiya deriyê avahiya me çêkiriye, deriyekî ku em derbasî malên xwe bibin tune ye. Di embarê de em derbasî malên xwe dibin û derdikevin. Bi vî awayî xwediyê embarê ji embara xwe bikar nayîne û mexdûr dibe. Ev bû 12 sal em vê mexdûriyetê dijîn. Biryara 2'yemîn Dageha Cezayên Giştî di 22’yê çileyê de daye jî heye embarê xera bikin. Biryara Dadgehê ji Şaredariya Bajarê Mezin re çûye, biryara Daîreya Zabiteyan ya Şaredariyê jî heye ku xera bikin heye, lê mixabin li ser tevahî van biryaran kesekî ku xera bike nîn e. Ev çi hêz e ku van biryaran nas nake, em tu maneyê nadin van helwdanan."   ‘200 MIROV VÊ MEXDÛRIYETÊ DIJÎN’   Yildiz xwest biryara dadgehê pêk bê û wiha domand: “2 roj berê zabiteyan biryar dan ku dê bê embarê xera bikin lê ji nişka ve ji biryara xwe vegeriyan. Zabiteyên ku hatin bi rêya telefonekê yan jî bi rêya hişyariya hinekên din bû, me mane nedayê ku bi awayekî stûxwar vekişiyan û çûn. Ji bo xerakirina embarê me serî li dadgehê da û 12 salan dadgeh dom kir. Dawiya dawî xwediyên avahiyê doz qezenckirin. Biryara dadgehê ji waliyê bajêr û gerînendetiya zabiteyan re çû. Hew şaredarî wê bê xera bike lê mixabin nayên û xera nakin. Berê li gor daxwaza xwediyê embarê em di embara wî de derbasî malên xwe dibûn. Xwediyê embarê xwedî maf e ku embara xwe bide kirê, ji ber ku mesrefek mezin lê daye, kirî ye ji bo bi kar bîne. Ev avahiya me ji 24 çar malan pêk tê û 200 mirov tê de dijîn. Ji ber vê gerek Şaredarî çareseriyekê ji vê re bibîne."     Ji welatiyên di avahî de dijîn Seyfettîn Guler jî diyar kir ku biryara dadgehê heye û pêwîst e embar bê xerakirin ku ji pêşiya deriyê avahiyê bêrakirin û ev tişt anî ziman: "Em mexdûr in. Nexweşên me hene, astendarên me hene. Ew ê çawa bên û biçin. Li pişt avahiyê hewşa me heye, lê pêşiya avahiya me girtî ye û deriyekî ku em derbasî avahiya xwe bibin nîne. A din embar ji xwe vala ye, an wê mehê carekê erebeyekê li embarê bicih bike an neke, tim vala ye.”   MA / Mujdat Can - Mehmet Guleş