Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin 2024-03-05 08:43:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Înegolê êriş hate kirin. Namzetê DEM Partiyê yê Bursayê Îhsan Seylan bertek nîşan da û got: “Dê tu êriş nekarin pêşî li ber têkoşîna me ya biisrar bigirin.”    Li dijî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Înegol a Bursayê êriş hate kirin. Di dema êrişê de endamekî partiyê yê li derveyî avahî jî rastî êrişa bi biviran a êrişkaran hat.    Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Bursayê Îhsan Seylan piştî êrişê hate avahiya partiyê û daxuyanî da. Seylan, êriş şermezar kir û got ku bi mebesta pêşîlêgirtina xebatên hilbijartinê ye. Seylan, wiha domand: “Çi bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi van êrişan tenê xwe dixapînin. Em li Bursayê û li hemû navçeyên wê hene. Em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê vegotina şaredarvaniya demokratîk bidomînin.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’    Seylan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev êriş ne tenê li dijî îradeya gel, her wiha li dijî aştî û demokrasiyê hatiye kirin. Heke partiyên siyasî jidil bin, divê vê êrişê şermezar bikin. Ev êrişên li dijî têkoşîna me tên kirin vala ne. Em ê bi ser kevin. Ji bo êrişkar û kesên di piştperdeyê de tiliya wan di êrişê de ne bên darizandin em ê bişopînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”