Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn 2024-03-04 14:14:42   ŞIRNEX - Di doza S. A. ya de ku li Qilebanê cerdevanan destdirêjî lê kiribû û bi darê zorê fihûş pê dabûn kirin, ji bo 2 kesan biryara "anîna bi darê zorê" hate dayîn.     Li bajarokê Dêra Hênê ya navçeya Qileban a Şirnexê cerdevanan ji 7 saliyê ve bi awayekî sîstematîk destdirêjî li S. A. ya 17 salî kiribûn û bi darê zorê fihûş pê dabûn kirin. Têkildarî bûyerê doz li jinbava S.A.'yê û cerdevanekî hatibû vekirin. Her du kes jî bi sûcê “destdirêjiya sîstematîk" û "sewqî fhûşê kirin” tên darizandin û 2'yemîn danişîna dozê li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin.    Cerdewanê girtî Cengîz Aydemîr ê ku parastvaniya Şaredarê AKP’ê yê Dêra Hênê Cemîl Yildiz dikir, cerdewanê teqawid Samî Yildiz û jinbava zarokê Bêrîvan Aydemîr bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li dozê bûn. Metehan Bayram û Zahîde Yildirim ku bi awayekî negirtî dihatin darizandin jî tev li danişînê nebûn.     PARASTINA ‘BÊBEXTIYÊ’   Piştî tespîtkirina nasnameyan, Bêrîvan Aydemîr dest bi parastina xwe kir. Aydemîr îdia kir ku bêsûc e û xwest bê berdan. Cengîz Aydemîr jî parastina xwe nivîskî kir, parastina xwe ya berê dubare kir û zarok S.A. sûcdar kir. Aydemîr, îdia kir ku "bêbextî" lê hatiye kirin û xwest bê berdan.    Parêzerê Samî Yildiz jî diyar kir ku di nava parastina S.A’yê de nakokî heye û wiha berdewam kir: “Ji bo çi beyanên kesa mexdûr esas tê girtin? Wekîlê min karê fermî dimeşîne, ji bo hîn bêhtir mexdûr nebe ez berdana wî daxwaz dikim.”   Dozger xwest ku rewşa girtî ya bersûcan bidome.   ‘LI SER BÛYERÊ TÊ GIRTIN’   Parêzgerê S.A yê Hidir Tong jî diyar ku tev li mutaalayê dibe û wiha domand: “Li gorî nêrîna min ku kesên girtî bên berdan dê delîlên li ser bûyerê bên reşkirin. Ji ber ku gelek bûyerên bi vî rengî li vê herêmê qewimî ne û kesên ku negirtî hatine darizandin delîlên li ser bûyeran reş dikin."   BIRYARA 'ANÎNA BI DARÊ ZORÊ'   Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya 3 kesan berdewam bike û ji bo Zahîde Yildirim û metehan Bayram ên negirtî tên darizandin jî biryara "anîna bi darê zorê" da û danişîna dozê taloqî 18'ê adarê kir.