DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê 2024-03-04 13:38:31   ENQERE - DEM Partî ji bo hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqan forma qeydan ava kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo kesên dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de dengê xwe bidin lê li bajarên dûr dijîn û derfetên wan ên vegerê tune ne, kete nava liv û tevgerê. Partî dê xwendekar, kedkar û hilbijêrên din ên dûrî navendê bibe ser sindoqê.    Bi vê armancê li ser înternetê Forma Qeyda Hilbijêran hate vekirin. Hilbijêrên ku derfetên wan nînin biçin bajarên ku qeyda wan lê ye, piştî ku ev from tijî kirin dê bi wesayîtên ji hêla xebatkarên partiyê ve hatine organîzekirin bibin navendên wan.    Hûn dikarin xwe li ser vê lînkê bigihînin navnîşana forma qeydan: www.demparti.org.tr