Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin 2024-03-04 11:45:37   AMED - Darizandina Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, ji ber parêzbendiya qanûnî ya parlamentiyê hat rawestandin.   Biryar hat dayîn ku Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Adalet Kaya dema ku Serokatiya Komeleya Jinan a Rosayê dikir, ji ber xebatên komeleyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, ji ber parêzbendiya qanûnî ya parlamentiyê bê rawestandin.    Danişîna dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin û dozger mutalaa pêşkêşî dadgehê kir. Dozger, diyar kir ku Kaya ji ber ku parlamenter e, parêzbendiya qanûnî ya ku di xala 83'an a Destûra Bingehîn de hatiye destnîşankirin bi dest xistiye, xwest darizandina Kaya bê taloqkirin û kontrola edlî ya ku li ser hatiye ferzkirin bê rawestandin.   Kaya tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Gozde Engîn û Gazal Bayram beşdar bûn. Parêzeran daxwazên ku berê anîbûn ziman dubare kirin û xwestin darizandina wekîla wan bê rawestandin. Bi vî awayî Engîn û Bayram li gor çarçoveya parêzbendiya qanûnî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn pêşkêşî dadgehê kirin û daxwaza rawestandina darizandinê der barê wekîla wan bê rakirin.   Dadgehê di çarçoveya parêzbendiya qanûnî ya Kaya de biryara taloqkirina dozê da û tedbîrên edlî yên der barê Kaya de rakir.