Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket 2024-03-04 10:08:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Ekîba diyarname.com'ê ji bo 29'ê sibatê ku rojek zêdek e, biryar da rojnameyekê derxe. Hejmara yekemîn a rojnameyê ku dê ji 4 salan carekê her roja 29'ê sibatê derkeve hate çapkirin.    Malpera nûçe, çand û hunerê Diyarname ku 19 sal e bênavber bi riya malpera diyarname.com nûçeyan radigihîne, dê ji 4 salan carekê rojnameyekê derxîne. Ekîba diyarname.com'ê ji bo 29'ê sibatê ku rojek zêdek e, biryar da rojnameyekê derxîne. Hejmara yekemîn a rojnameyê ku dê ji 4 salan carekê her roja 29'ê sibatê bê çapkirin, ji 16 rûpelan pêk tê û hemû rûpelên wê rengîn in.    Di hejmara yekemîn a rojnameyê de nûçe, hevpeyvîn, lêkolîn û nivîsên taybet hene. Edîtorê malperê Cemîl Oguz ji Şanoya Bajêr a Amedê ligel derhêner û lîstikvana şanoyê Berfîn Emektar hevpeyvîn kiriye. Her wiha hevpeyvînek ligel xwediyê Weşanên Morî Zarok ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tekane weşanxaneya ku li ser pirtûkên zarokan weşana xwe didomîne ye jî di rojnameyê de cih digire.    3 LÊKOLÎNÊN TAYBET   Di rojnameyê de lêkolîneke balkêş jî heye. Edîtorê diyarnameyê Zekî Ozmen ketiye pey bersiva pirsa "Li Almanyayê çend kurd hene?" Ozmen hem îstatîstîkên balkêş derxistine, hem jî gihîştiye encamekê. Yek ji lêkolînên din jî li ser pirtûkên bi kurdî ye. Ji salên 90'î ve li Tirkiye û bakurê Kurdistanê çend pirtûkên bi kurdî derketine? Cemîl Oguz sal bi sal ji salên 90'î heta niha encam pêşkêş kiriye. Mem Mîrxan jî li ser destpêkirina Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê ku di sala 2001'ê dest pê kir kiriye û li ser pêşketinên wê serdemê nivîsek nivîsiye. Ji bilî van gelek nivîs û nûçeyên din jî hatine belavkirin. Welat Dilken, Dilşêr Bêwar, Bedran Dere, Mîrza Ronî, Helîm Yûsiv, Suleyman Çevîk, Çiya Mazî, Xalid Sadinî û Bawer Yoyler bi nivîsan ked dane vê rojnameya taybet. Îmam Cîcî jî xêzên taybet ji bo rojnameyê çêkirine.   Rojnameya Diyarname 29 Reşemî ku Gerînendeyê Weşanê Cemîl Oguz, edîtorên wê Dilşêr Bêwar, Welat Dilken, Zekî Ozmen û Dawûd Rêbiwar in bê pere tê belav kirin. Ekîba rojnameyê dê vê rojnameyê bişînine navendên çandê yên kurdan û komeleyên kurdan. Her wiha yên bixwazin dikarin ji Diyarnameyê re navnîşanên xwe bişînin û bi riya kargoyê ekîba rojnameyê wê rojnameya Diyarname 29 Reşemî ji wan re bişîne. Diyarname pereyê kargoyê jî girtiye ser milên xwe.