Xwebûn bi manşeta ‘Di şoreşê de şoreş ava kirin’ derket 2024-03-04 09:00:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 220’an a Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Di şoreşê de şoreş ava kirin” derket û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û pêşengiya jinên kurd a 8’ê Adarê.    Rojnameya Xwebûnê ku bi kurdî û heftene weşanê dike, bi hejmara 220’an gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojname vê hefteyê bi manşeta “Jinên kurd li Rojava deriyê azadiyê vekirin: Di şoreşê de şoreş ava kirin” derket. Rojnameyê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi Berdevka Kongra Star Rihan Loqo re hevpeyvîn kir û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd a Rojava. Rojnameyê di surmanşetê de jî cih da nirxandinên namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk a der barê pergala hevserokatiyê de. Rojnameyê bi minasebeta 8’ê Adarê cih da nivîsa Adar Gulan a bi sernavê “Dîroka têkoşîna 8’ê Adarê.” Nivîskarên rojnameyê Şîndar Akinci bi sernavê “Berxwedana jinên kurd”, Eylem Şoreş jî bi sernavê “Sedema têkoşînê!” bal kişandin ser têkoşîna jinan.