Lîsteyên namzetên partiyan teqez bûn 2024-03-03 14:33:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Lîsteyên teqez ên namzetên partiyan û namzetên serbixwe ji hêla lijneyên bajar û navçeyan ve hatin ragihandin.    Lîsteyên teqez ên namzetên partiyên siyasî û namzetên serbixwe ji hêla lijneyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan ve hatin ragihandin. Lijneyên hilbijartinê yên bajaran dê piştî temamkirina pusulayên dengan ên yekbûyî di çarçoveya planekê de îro li serokatiyên lijneyên hilbijartinê yên navçeyan bên belavkirin û teslîmkirin.