Bakirhan: Hewcehiya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye 2024-03-03 12:41:19 ÇEWLIG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser nûjenkirina Belgeya Siyaseta Ewlehiya  Neteweyî û wiha got: “Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Tuncer Bakirhan li navçeya Kanîreşê ya Çewligê di hevdîtina bi gel re de axivî.  Hevdîtin li pêşiya avahiya partiyê ya navçeyê hat lidarxistin û xelkê navçeyê herikî qada hevdîtinê. Bakirhan û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi konvoyekê hatin pêşwazîkirin û li navenda navçeyê jî govend hate gerandin û tililî hatin avêtin. Dayikên Aştiyê di rêza herî pêş de bûn û coşeke zêde ya ciwanan hebû. Hevdîtina bi gel bi rengên kesk, sor û zer veguherî pîrozbahiyê û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” olan da. Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Omer Faruk Hulaku, namzetên hevşaredariyê yên Çewligê Aydin Burçun û Çîçek Arîç û namzetên hevşaredariyê yên Kanîreşê Zuhre Eroglû û Mehmet Genç jî tev li hevdîtinê bûn.    Namzetên Kanîreşê di hevdîtinê de axivîn û gotin ku DEM Partî partiya jiyanek birûmet e û bêyî ku li ziman û nasnameya tu kesî binêrin, dê bi awayeke wekhev xizmetê ji her kesî re bikin. Namzetan bang li gel kirin ku li dora DEM Partiyê hev bigirin.    OGEN BI BÎR ANÎ   Piştre jî Tuncer Bakirhan axivî û di serî de Hamdullah Ogen ê di hilbijartinên 2015’an de hatiye qetilkirin bi bîr anî. Bakirhan, wiha got: “Ez tevahiya kesên heta niha ked ji bo partiya me dayîn û ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînim.”    Bakirhan, anî ziman ku li Kanîreşê tu tiştek nehatiye kirin û wiha got: “Li Kanîreşê nexweşxane heye lê cîhaz tune ne. Dema xelkê me nexweş dikeve û ber bi Erzirom an jî Çewligê ve diçin di rêyan de jiyana xwe ji dest didin. Gelo li navçeyeke wiha çawa bijîşkên pispor nabin? Li her çar aliyên wê av diherike lê bêav e. Em li vir bangî Erdogan dikin; ji 2004’an ve Çewlig di destê AKP’ê de ye. Kanîreş jî di destê AKP’ê de ye. We digot em xizmetê nadin kesên dengê xwe nedane me. Wê demê hûn çima nadin vê derê?”    TU TU KESAN DE TAQET NEMA   Bi domdarî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Tu xizmet û çavkaniyên debarê nabin cihên kurd lê dijîn. Li hemû deverên kurd lê dijîn zilm û koçberî heye. Hevalên ku kar peyda nakin jî diçin metrepolan. Bi nexweşiya sîlîkozîzê dikevin. Tenê li Kanîreşê 28 hevalên me ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Yên bûne sedema mirina wan îktîdara AKP-MHP’ê ne. Xelkê me çima li cihê jê dayik dibe kar peyda nake? Dixwazin van herêman ji kurdan xalî bikin. Dema li vî welatî me îktîdara kedkaran bi dest xist, dê kar û derfetan bibin hemû cihan. Dê ciwanên me li Kanîreşê nekevin dora , goşt û nan. Herêma sewalkariyê ye lê ji bo goştê erzan dikevin rêzê. We hêza kirînê di tu kesî de nehişt. AKP aboriya Tirkiyeyê pêşkeşî çendek sermayedaran dike. Ka 10 hezar lîreyan bide Bîlal Erdogan bê ka dê çawa bikare pê bijî. Taqet di du kesekî de nema.    BACÊN ERDHEJÊ PÊŞKEŞ KIRIN   Zimanên me yên dayikê yên bi hezaran sala ye li ser vê xakê dijîn tune dihesibînin. Qeyûman li şaredariyên gelê kurd tayîn dikin û dijminatiyê li îrade û pêşeroja me dikin. Lewma ev hilbijartin wesîleyeke. Tekane partiya ku dahatûya gelê kurd, ziman, rabûrdû û mafên wekhev ên birûmet ên xelkên vî welatî diparêze, DEM Partî ye. Çewlik bajarê erdhejê ye. Ji 2002’yan heta niha gelo we dîtiye ji bo edhejê tevdîrek girtin? Bacên erdhejê pêşkeşî çeteya 5’an kirin. Em ê bersiva vê ya herî baş di 31’ê Adarê de bidin. Em ê Kanîreşê careke din bi feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk re bikin yek. Li cem me dizî û nelirêtî tune ye. Em ê ji çavê xwe baştir li Kanîreşê binêrin. Gelo hûn ferq dikin bê ka li vir şaredarî heye yan na? Çima miameleya kurê jinbavê li Kanîreşê dikin? Şaredarê vê navçeyê li ku ye? Li keyfa xwe dinêre. Tu eleqeya wî bi zimanê kurdî û kurdan tune ye. Tenê derdê wî kursiya wî ye. Demîrtaş û Kişanak ji bo hûn bikarin bi zimanê xwe biaxivin têkoşiyan lewma niha di girtîgehê de ne. Em ê di 31’ê Adarê de ji Kişanak û Demîrtaş re mizgîniyeke mezin bişînin.”    BANG LI ERDOGAN KIR   Bakirhan, têkildarî nûjenkirina Belgeya Siyaseta Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê ku Erdogan gefên hundir û derve yên li dijî Tirkiyeyê tê de pênase kiriye, weke Destûra Bingehîn a nepen û “Pirtûka Sor” tê pênasekirin jî wiha got: “Erdogan dibêje; ‘bila pirtûka sor bê nûjenkirin.’ Pirtûka sor destûra bingehîn a veşarî ya Tirkiyeyê ye. Pirtûka wê ye ku xizmet ji kurdan re neyê kirin, kurd bi zimanê xwe neaxivin, erdnîgariya Kurdistanê ji kurdan bê valakirin. Weke ku wehşeta heta niha têrî wan nekiribe, îcar bawerim hewl didin me tune bikin. Ev, durû ne. Gelo hûn neviyên Şêx Seîd ma dê hûn dev ji zimanê xwe berdin? Wê demê divê em di 31’ê Adarê de vanan di sindoqê de têk bibin. Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye. Banga min ji bo Erdogan e; werin em bi hev re pirtûka aştiyê ya Tirkiyeyê binivîsin.”    Piştî axaftina Bakirhan, girseyê govend gerand û hevdîtin bi dawî bû.