Bakirhan: 31’ê Adarê roja hesabpirsînê ye 2024-03-03 12:08:13 ÇEWLIG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan xebatên xwe yên hilbijartinê li Çewligê didomîne û wiha got: “31’ê Adarê roja hesabpirsînê ya ji kesên zimanê me tune dihesibînin, xwezaya me talan dikin û şaredarî xistine nava deynan e.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajarokê Xoşkar ê Çewligê bi gel re hate gel hev. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Çewligê Aydin Burçun û Çîçek Arîç û namzetên hevşaredariyê yên Xoşkarê Arzu Koysuren û Selahattîn Koçîn jî tev li hevdîtinê bûn. Bakirhan û şandeya pê re di ketine bajarokê de bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên “ Her DEM bexwedan, her DEM azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Bakirhan, li pêşiya avahiya partiyê ya li Xoşkarê axivî û ev tişt anî ziman: “Bajarokeke me ya pir şirîn û xweşik e. Lê dema mirov dikeve hundir, bi rastî jî mirov dibîne ku çi xizmet jê re nehatiye kirin. Şaredarên AKP’î tu xizmet nekirine. Xelkê vê derê xelkê me ye. Mîna kurdên li bajarên din wan jî zexta dewletê jiyan. Erdogan li herêma erdhejê digot; ‘ji kesên deng nedayîn me re xizmet tune ye.’ Em li vir jê bipirsin; gelo ji bo xelkê Çewlig û Xoşkarê çi kirin? Pirsgirêka binesaziyê ya vê derê hêj didome, pirsgirêka avê hêj didome. Li vir elewî djîn. Ji bo mirov bikarin bijîn tu xizmetê nekirine.”    Bi domdarî Bakirhan ji bo partiya xwe piştgirî xwest û wiha domand: “Heke Şaredariya Xoşkarê bikeve destê me, bawer bikin ku ji bo derfetên şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Amed û Wanê veguhêzin vê derê em ê seferber bikin. Partiya me ji bo zimanê we têdikoşe. Ji ber ku em bi du peyvên kurdî diaxivin, serokê meclisê dibêje; ‘zimanê nayê zanîn.’ Îcar naxwazim qet behsa şirîkê biçûk ê îktîdarê yên têkildarî Şêx Seîd de bikim.”    'ROJA HESABPIRSÎNÊ YE’   Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Mala kurdan, xwişk-birayê kurdan DEM Partî ye. Em dixwazin ku hûn di 31’ê Adarê de dengê xwe bidin kesên ji xwe. Wê demê dê navçe xizmeteke ku ev 20 sal in nedîtiye bibîne û ciwanên me koç nekin. 31’ê Adarê roja hesabpirsînê ya ji kesên zimanê me tune dihesibînin, xwezaya me talan dikin û şaredarî xistine nava deynan e.”   Bakirhan piştre jî çû serdana esnafan.