Ji bo azadiya Ocalan 90 roj in Nobeda Edaletê digirin 2024-03-03 09:07:19   AMED - Xizmên girtiyan ku 90 roj in li Amedê di Nobeda Edaletê de ne, gotin "Eger Abdullah Ocalan azad bibe wê zarokên me jî azad bibin" û bang li her kesî kirin ku xwedî li çalakiya wan derkevin.   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, 36 meh in tu agahî nayê girtin. Hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzeran re bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tê astengkirin. Li Ewropa, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çalakiyên bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan re û çareserî ji pirsgirêka kurd re" tên lidarxistin dewam dikin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji 27'ê Mijdara 2023'yan û vir ve bi heman daxwazê ??di greva birçîbûnê de ne, malbatên wan jî li derve Nobeda Edaletê digirin.   Li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê gelek xizmên girtiyan ji bo azadiya Ocalan nobedê digirin. Çalakiya nobedê ya li Amedê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ket roja 90’emîn. Xizmên girtiyan bi pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” nivîsandî 3 meh in her roj ji sibehê heta êvarê hewl didin hem dengê girtiyan bidin bihîstin.    ‘BILA KOLETÎ BIQEDE'   Afîfe Kartal a di têkoşîna azadiyê ya kurd de keçek xwe winda kiriye û kurekî wê girtî ye, armanca çalakiyê bi gotina "Heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe em ê vir neterikînin" xulase kir. Kartalê anî ziman ku pêwîstî bi aştiyê heye û ji bo vê têdikoşin û got: “Eger Abdullah Ocalan azad bibe dê zarokên me jî azad bibin. Bila ev koletî bi dawî bibe."   Kartalê bi bîr xist ku mafê Ocalan e bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û got: “Kengî em ji Abdullah Ocalan xeberê digirin em rehet dibin. Bila bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Dema min bedena keça xwe ya bêcan girt jî min aştî xwest. Ez naxwazim tu dayik bigirî. Piştî keça min, kurê min hat girtin, ez naxwazim deriyên girtîgehê ji kesî re bên vekirin."   ‘EM HEMÛ TÊN TECRÎDKIRIN'   Yek ji kesên nobetê digirin Aklîme Hanas e. Hanas a ku bi strana xwe ya bi kurdî ya bi navê "Yan Mirin Yan Diyarbekir" ku di dema çalakiyên demokrasiyê de tê naskirin, gelek caran rastî tundiya polîsan hatiye. Tevî ku 62 salî ye jî, di hemû çalakiyan de li pêş e. Hanasê armanc û daxwaza xwe dubare kir û got: "Piştî ku Abdullah Ocalan azad bibe em ê jî azad bibin."   Hanasê got: "Îro ne tenê Ocalan di bin tecrîdê de ye, em hemû di bin tecrîdê de ne, girtiyên siyasî jî di bin tecrîdê de ne. Em kurd ax, erdnîgarî û ava xwe û bi taybetî zimanê xwe dixwazin."   Hanasê anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye û wiha dewam kir: "Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya kurd, tirkan û her kesî. Banga min ji bo dayikên girtiyan ev e, îro zarokên min di girtîgehê de nîn in. Ev 3 meh in min kar û barê xwe yê malê hemû hiştine û ez têm vir çalakiyê. Bila hemû dayikên girtiyan û yên zarokên wan ne girtî bibin yek û xwedî li vê çalakiyê derkevin. Ger em piştgiriyê hev bikin em ê zarokên xwe, Abdullah Ocalan û xwe azad bikin."   ‘BÊHIQÛQÎTIYEKE WIHA NEHATIYE DÎTIN'   Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan Nazîme Boltanê jî ku got "Ez ne tenê ji bo zarokên xwe, ji bo hemû girtiyan li vir im" diyar kir ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye. Boltanê diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û wiha got: “Divê destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li tu derê dinyayê bêhiqûqiyeke wiha nehatiye dîtin. Ew neheqiya ku îro li girtiyan tê kirin dê sibê li me hemûyan bê kirin."