Bi kesk û sor û zera xwe qadên çalakiyan dixemilîne 2024-03-03 09:02:57   ŞIRNEX - Li Botanê Halîme Akman a ku 13 sal in di her çalakî, meş û mitîngên TJA'yê de bi guliya xwe ya kesk û sor û zer û bi dirûşma  "Jin, jiyan, azadî" cihê xwe digire, got: "Ez ji bo ku bibim dengê hemû dayikên aştîxwaz, jinên tên qetilkirin û xwişkên min ê bindest li qadan im."    Li Kurdistanê jin bi êşên xwe li ber xwe didin. Ya ku wan vediguherîne berxwedanê êş û hêrsa wan e. Yek ji herêmên ku polîtîkayên çewisandin, tunekirin û tundiyê lê tên meşandin jî Botan e. Yek ji jinên Botanê yên berxweder ku di her qadan de li dijî êriş, tunehesibandinê û tundiya li ser jinan têdikoşe jî Halîme Akman e.    Akman a ku di sala 1970'an de li Deştadarê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê wekî keçeke malbata koçer a ku debara xwe bi sewalkariyê dike hatiye dinê û di temenê xwe yê 13'ê salî de ji aliyê malbata xwe ve bi darê zorê hatiye zewicandin û hê ku ew bi xwe jî zarok bûye di emrê xwe yê 16 salî de bûye dayik. Yek ji zarokên Akman, di sala 2011'an de tevli nav refên PKK'ê bûye û birayê wê jî di şerê Kobanê yê li dijî DAIŞ'ê de tevli nav refên YPG'ê bûye. Dayika Halîme ku di her kêliyên jiyanê de li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dide ev 13 sal in ku li bajêr di her çalakiyên ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dar dixe bi guliya kesk û sor û zer û bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" pêşengiya çalakiyan dike û reng dide qadên çalakiyan. Akman, her çendî di çalakiyan de rastî gefên polîsan a desteserkirina guliya li dor stûyê wê bê jî, dev ji guliya xwe ya kesk û sor û zer bernade û bi rengê xwe dikeve qadên çalakiyan. Akman ku rojek beriya xwepêşandan, mîtîng û meşan amadekariyên xwe dike, bêsebir bendewariya wê rojê dike û bi derfetên xwe ji bajarokê ku 14 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye tê navçeyê û piştre jî berê xwe dide qadên çalakiyê. Akman a ku ji niha ve amadekariyên 8'ê Adarê dike, bi kelecanî li benda wê rojê ye.    DI ZAROKATIYA XWE DE ZEWICÎ Û DI ZAROKATIYA XWE DE BÛ DAYIK   Akmanê diyar kir ku ew di temeneke geleke biçûk de hatiye zewicandin û got ku zor û zehmetiyê ku wê kişandine her jinekî ditîne û wiha behsa xwe dike: "Ez li vî gundî ji dayik bûme û mezin bûme. Min emrê xwe hemû di vî gundî de derbas kir. Ez di 13 saliya xwe de zewicîm. Ez hê zarok bûm û ez di wî temenê xwe de diçûm paletiyê û her karek min dikir. Her tiştek me pişta xwe vekişand. Me dar pişta xwe vekişandin, giya bi dest dûri. Me patos dikir û ew ka me bi pişta xwe vekişand. Di wî temenî de me gelek tehde kişand. Di wî temenê biçûk de pir zehmet jî bû lê me dikir. Ji ber ku em nêçar bûn ku bikin. Dema ku di wî temenê de hatim zewacandin ji min re pir zehmet hat. Min ji jiyanê fêm nedikir me di baxçeyên dibistanan de listîk dilistin. Em pir biçûk bûn û min ji lîstînê gelek hez dikir. Dema ku gotin,' em ê te bizewicînin' min nekarî tiştekî bibêjim, çimkî min nedizanî ku zewac çiye. Ez bi xwe jî zarok bûm û di 16 saliya xwe de ez bûm xwedî zarok."    BI GULIYA XWE YA KESK Û SOR Û ZER QADAN DIXEMILÎNE   Halime Akmanê anî ziman ku her sal ew çend roj beriya 8'ê Adarê amadekariyên xwe dike û kelecaneke mezin bêsebir bendewariya 8'ê Adarê dike û wiha axivî: "Ez ji niha bi kelecanim û bendewariya 8'ê Adarê dikim. Ez ewqasî ji wê rojê hez dikim. Hê nehatî ez amadekariyên xwe dikim. Dema ku dibe 8'ê Adarê jî ez bi eşq û kelecan cihê xwe di qadên 8'ê Adarê de digirim. Ez mêrkarim ku çi dayik û jin hebin bi min re rabin. Li ku li dijî neheqiye mitîng, meş, çalakî hebin ez dixwazim ku li wir bim. Bi eşqek û baweriyeke mezin tevlî dibim. Ev guliya ku stûyê min min bi destê xwe ji bo çalakiyan taybet çêkiriye.Di her 8'ê Adaran, Newrozan û mitingan de ez van guliyên xwe yên Kesk,sor û zer bi zor û zehmetî têxim qadê. Çimkî her carê rastî astengiyan polîsan têm û nahêlin ku ez van bi xwe re bibim. Lê ez nadim wan û têkevin qadê. Her dayikek ji min re dibêjin,'te çawa ev anî qadê çawa destûr dan?' ez jî ji wan re dibêjin hûn jî weke min berxwe bidin hûnê têkin qadê.Dixwazim ku rengê jinê bidim xuyakirin. Ev rengê me ye, rengê ala me ye."   'ROJA KU ÇALAKÎ HEBE DINYA JÎ HILWEŞE EZ DIÇIM'   Akmanê got ku li ku derê çalakiyek hebe ew dixwaze biçe wê derê û nerazîbûna xwe ya li dijî neheqiyê nişan bide û got: "Li ku derê çalakiyek û mitîngek hebe ez dixwazim ku li wir bim.Hedera min nayê ku ez li malê bimînim.Ez nikarim di malê de bimînim.Her dem rojek pêşiya meş û çalakiyan de ez amadekariyên xwe dikim û piştre bi derfetên xwe diçim ser riyê û wesayitê siwar dibim û diçim cihê mitîngê.Ne tenê li Hezexê Partiya me li ku çalakiyekî li dar bixe ez diçim wê derê. Ew roja ku çalakî, meş yan jî mitîng heye dinya jî wê rojê hilweşe ez nikarim malê bisekinim û ez berê xwe didim riyê û heta digihijim qadê. Keça min a astengdar heye ez wê jî dihêlim û diçim. Ez bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" dikevim qadê.Ez bi rêhevalên xwe yên jin re stranan dibêjin, govendê digirin û dirûşmeyan diavêjin."   'DEMA KU AGAHIYA MIN JI ÇALAKIYAN NEBE PIR XEMGÎN DIBIM'   Halîme Akmanê bi lêv kir ku baweriya wê heye ku dê serkeftin bi jinan re çêbibe û ev tişt got: "Li dijî neheqiyê li ku nerazîbûneke heq hebe divê ku mirov destê xwe dane ser wijdana xwe û li xwe û zarokên xwe xwedî derbikevin.Heke ku wijdana mirovî hebe dê mirov rabe. Ev 13'ê salin ku ez bi heman kelecan û biryarê tevlî çalakiyan dibim. Roj hene ku çalakî çêdibin agahiya min jê çênabe wê demê ez pir aciz dibim û xemgîn dibim. Heke ku em bi hevre bin em ê biserbikevin. Ez tenê heta sibehê li vî gundî rabim ez ê bêqewet bim. Lê heke ku 10 dayik milê xwe bidin milê min em ê bihêztir bin. Heke ku ne bi jinan be em ê bisernekevin. Di tekoşînê de baweriya min bêtir bi jinan heye. Ez jinan weke çiya dibînim. Jin hebe serkeftin jî heye."   'JI BO KU BIBIM DENGÊ JINAN LI QADAN IM'   Akmanê da zanîn ku ew li qadan dibe dengê jinên ku rastî her cûreyê neheqiyê tên û got: "Evqas hevalên me yên jin tên kuştin ev çi zilme? Jin beyî zilm biçe derve dikujin.Em wan zilaman lenet dikin. Jin jî mirove heqê heye ku weke her hebûnekî ew jî azad bije. Ma hemû tişt dê ji zilam re be? Ez ji bo ku bibim dengê hemû dayikên aşitîxwez, jinên tên qetilkirin û xwişkên min ê bindest di çalakiyan de cihê xwe digirim. Ez ji bo tevahiya jinan radibim.Jinên ku ditirsin bila netirsin bila di bin bandora mêr de derbikevin û berê xwe bidin qadan. Pêşiya me de 8'ê Adarê heye em jinên vî gundî jî tev da bi hevre berê xwe bidin qada 8'ê Adarê."   MA / Zeynep Durgut