Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê hevşaredariyê yê Bedlîsê 2024-03-02 20:13:51   BEDLÎS - Parlementerê BDP'ê yê berê Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bedlîsê.    Piştî îtiraza AKP'ê ya li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), namzetiya hevşaredariyê ya Farûk Îşlek bi hinceta "ji peywira xwe îstofa nekiriye" hat betalkirin.    DEM Partiyê jî serî li YSK'ê da û îtiraz kir, lê îtiraza wê nehat qebûlkirin. Piştî vê DEM Partiyê ragihand ku Parlementerê BDP'ê yê berê Mehmet Nezîr Karabaş wekî namzetê hevşaredariyê yê Bedlîsê nîşan daye.