Bakirhan: Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê mêze bikin hûn ê dabeşkerê sereke bibînin 2024-03-02 18:47:06   ERZIROM - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, ji bo têkoşîna pevre bang li gelê Qereçobanê kir û got: "Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê binêrin, hûn ê bibînin ku dabeşker sereke ew in."   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan hevdîtinên xwe yên li navçeyên Erziromê didomîne.   Bakirhan ê ku piştî Xinûsê çû Qereçobanê, li vir di civîna gel de axivî. Bi sedan kes Bakirhan ê ku bi konvoyeke dirêj ket nava navçeyê pêşwazî kirin. Bakirhan bal kişand ser hejmara jinên di civînê de amade bûn û got: “Şoreşa ku jinên kurd ava kir, ji bo cîhanê şoreşeke mînak e. Ez hemû jinên ku vê têkoşîn û xebatê dimeşînin pîroz dikim."   ‘TEKANE ŞAREDARIYA BÊDEYN'   Bakirhan ku got "Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê binêrin, hûn ê bibînin ku dabeşkerên sereke ew in", got: "Gava me xizmeta gelê xwe dikir, gava me ji bo jin û ciwan betaş nemînin kooperatîf û malên piştgiriyê yên perwerdehiyê ava kirin, ew hewl didin jin û ciwan betal bimînin. Ev hilbijartin ne tenê hilbijartina herêmî ye. Ev hilbijartin hilbijartina têkoşîna li dijî kesên ku 100 sal in em paşguh kirine, me bi darê îdamê pêşwazî dikin û siyasetmedarên kurd digirin. Gelê kurd teqez wê hilbijartina rast bike. Li Tirkiyeyê şaredariya ku yek quriş jî deynê wê nîn e Şaredariya Qereçobanê ye. Li tu dera Tirkiyeyê gihaniya bêpere nîn e, lê li vir heye. Herî dawî li Tirkiyeyê erdhejek pêk hat. Ên ewil çûn herêmên erdhejê şaredariyên me bûn. Li vir jî me dest bi kar kir ku şaredariyeke mînak nîşan bidin û em bibin modeleke mînak. Hûn ê piştgiriyê bidin namzetên xwe û şaredariyê qezenc bikin. Yên ku nikarin debara gel bikin, niha dengdêrên neqanûnî vediguhêzin herêmên kurdan. Hûn ê bersiva pêwîst bidin van talanker, dizan û yên ku vîna we didizin. Ji ber vê sedemê ez bang li her kesî dikim ku deng bidin û dengên xwe biparêzin."   Bakirhan anî ziman ku namzetên partiyên din jî eşîrparêziyê dikin û got: “Malbata me, her tiştê me partiya me ye. Ji bo ku zarok bibin xwedî siberojeke baş, li ber xwe dide. Partiya me partiya vî gelî, partiya kurdan e. Em ji bo siberoja we, ji bo azadiya we têdikoşin. Ji ber vê yekê berbayî wan nekevin. Ez gelê me vedixwînim partiya me ku mal gelê me û partiya gelê me ye."  Bakırhan’ın Erzirom buluşmaları sona erdi.    Hevdîtinên Erziromê yên Bakirhanê bi dawî bûn.