Girtiyê nexweş ku cezayî wî hatibû taloqkirin sewqî Wanê hate kirin 2024-03-02 17:14:48   ÎZMÎR- Mûtlak Tozûnê ku 30 sal bûn li Girtegeha Tîpa T ya Akhîsarê dihate ragirtin û ji ber nexweşiyên xwe yên tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê û pişt re bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê hate kirin.    Mûtlak Tozûnê ku 30 sal bûn li Girtegeha Tîpa T ya Akhîsarê dihate ragirtin û ji ber nexweşiyên xwe yên tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê û pişt re bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, li ser daxwaza malbata wî ya tedawiya wî li Wanê bê domandin di seatên sibehê de bi rêya balafirê sewqî Wanê hate kirin. Tozun dê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê bê dermankirin.   ÇI BÛBÛ?   Tozûn ji ber sibeya 18’ê kanûnê li menzela girtîgehê de ji şer hişê xwe diçe û wî radikin nexweşxaneya Dewletê ya Akhisarê û 3 rojan li vir tê derman kirin, di tetkîkan de tê diyarkirin ku di nava laşê wî de kîtle heye. Ji ber ku derfetên nexweşxaneyê kêm bûn di 18'ê çileyê de wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Îzmîrê, ji wê rojê û vir ve dihat dermankirin. Di dema dermankirinê de parêzerên Tozûn ji bo berdana wî serlêdan kirin. Di encama serlêdanê de Tozun di 25’ê çileyê de hat berdan. Piştî tetkîkên ku hate kirin, derket holê ku Tozûn bi pençeşêrê ketiye.