Hinceta biryara domandina girtinê ya Doza Kobanê dosyayên kevn in 2024-03-02 14:56:46 ENQERE - Dadgehê derbarê 18 kesên ji ber Doza Kobanê tên darizandin de biryara domandina girtinê da û ji bo vê biryarê jî îdiayên berê ketine dosyeyên siyasetmedaran weke hincet nîşan da.  Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişîna duh hatiye lidarxistin de rewşa girtinê ya girtiyan hate nirxandin û biryar hate eşkerekirin.    Dadgehê tevahiya daxwazên berdanê yên wek girtî tên darizandin û daxwaza rakirina tevdîrên kontrola edlî yên bêyî girtin tên darizandin, bi yek dengî red kir.    DADGEHÊ DOSYEYÊN BERÊ WEKE DELÎL NÎŞAN DAN   Dadgehê ji bo biryara girtinê nekarî sedemeke şênber nîşan bide û ji bo biryara domandina girtinê jî hin îdiayên kesên di salên derbasbûyî de ketine dosyeyê, nîşan da.    KIŞANAK NEHAT BERDAN    Tevî ku dema herî zêde ya girtina namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê (ABB) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulten Kişanakê tije bûye jî, nehat berdan. Dadgeh îfadeyên şahidên vekiri/nepen ji bo nebardanê wek hincet nîşan da.    BIRYARÊN DMME’YÊ DÎSA NAS NEKIR    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22’yê kanûna 2020’an de derbarê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de biryara “demildest were berdan” da. Dadgeh vê  biryarê nas nekir û ji bo neberdana Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgan Yuksekdag jî îfadeyên şahidên vekirî/nepen nîşan da.    HINCETÊN WEKHEV ÊN DOMANDINA GIRTINÊ   Dadgehê derbarê Alp Altinors, Bûlent Barmaksiz, Dîlek Yagli, Gunay Kubîlay, Pervîn Odûncû, Zeynep Olbecî, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Meryem Adibellî, Ayla Akat Ata, Sebahat Tûncel, Nazmî Gur, Îsmaîl Şengul, Alî Urkut û Zeynep Karaman de hincetên wekhev û îfadeyên şahidên vekirî, ji bo domandina girtinê hincet nîşan da.    Danişîna tê dê di 4’ê adarê de were lidarxistin.