Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir 2024-03-02 09:20:08   MÊRDÎN - MARSÛ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûman de, îhaleya kanalîzasyonê ya bi bihayê 16 milyon TL'yî, li derveyî mewzûatê da şîrketekê.    Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku di bin rêveberiya qeyûmê de, beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê adarê îhaleyeke balkêş hat kirin. Şaredariya ku Walî Tûncay Akkoyûn wekî qeyûm tayînî wê hatiye kirin, îhaleya kanalîzasyonê bi awayekî derqanûnî da şîrketekê.    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Ji teref Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) ya girêdayî şaredariyê, di 19'ê çileyê de bi navê "Li taxên cuda xebatên çêkirina ava vexwarinê, ava baran û kanalîzasyonê" îhaleyek hat çêkirin.    Maliyeta îhaleya hat çêkirin nêzî 16 milyon û 590 hezar û 425,67 TL ye. 4 fîrma tev li îhaleyê bûne. Lê şîrketa "Mehmet Emîn Nebîoglû Muhendîslîk" bi 15 milyon û 844 hezar û 700 TL'yî îhaleyê girt.    DÎWANA MUHASEBATÊ HIŞYAR KIRIBÛ   Dîwana Mûhasebatê ku berê li MARSÛ'yê lêkolîn kiribûn, di rapora xwe de têkildarî qanûna îîhaleyê de rêveberiya qeyûm şiyar kiribû.   Çendî di qanûnê de hatiye diyarkirin ku divê îhale çawa bê çêkirin jî, lê şaredariya di bin banê qeyûm de li dijî mewzûatê bi "usûla bazariyê" îhale çêkiribûn û Dîwana Muhasebatê jî ew hişyar kiribû.    Heman şîrketê ji bo karê şebekeya kanalîzasyonê ya Bûlwara Zeynel Abîdîn Erdem a navçeya Midyadê di 15'ê çileyê de îhaleyek din jî bi rêbaza "usûla eşkere" çêkiribû û bi 2 milyon û 765 hezar û 511,70 TL'yî dabû heman şîrketê.    Li gor Rojnameya Bazirganiya Sicîlê, şîrketa Mehmet Emîn Nebîoglû Muhendîslîk di sala 2016'an de bi sermayeyeke 100 hezar TL'yî li Êlihê hatiye avakirin.    MA / Ahmet Kanbal